Serjimara Tirkiyeyê ji 84 milyon û 680 hezarî derbas bûye

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serjimara Tirkiyeyê di sala 2021ê da li gor sala berê milyonek û 65 hezar û 911 zêde bûye. Li gorî vê encamê 84 milyon û 680 hezar û 273 mirov li Tirkiyeyê dijîn

Saziya Îstatîstikan a Tirkiyeyê (TUÎK) serjimara Tirkiyeyê ya sala 2021ê aşkere kiriye. 

Li gorî daneyên TUÎKê, serjimara Tirkiyeyê di sala 2021ê de gihîştiye 84 milyon û 680 hezar û 273yê. Serjimara Tirkiyeyê di sala 2021ê da milyonek û 65 hezar û 911 zêde bûye ku par serjimar  83 milyon û 614 hezar û 362 bû.  

TUÎKê diyar kiriye ku ji sedî 50,01 (42 milyon û 428 hezar û 101) mêr û ji sedî 49,9 (42 milyon û 252 hezar û 172) jî jin in. 

Leza zêdebûna serjimarê ya salane di sala 2020î de ji hezarî 5,5 bû, di sala 2021ê de zêde bûye û dereketiye ji hezarî 12,7.

Di sala 2020î da rêjeya kesên li navenda bajar û navçeyan rûdinin ji sedî 93 bû, ev rêje di sala 2021ê de bûye ji sedî 93,2.

Rêjeya kesên li bajarok û gundan dijîn jî ji sedî 7an daketiye ji sedî 6,8an.

Jêder: Bianet

(A-A)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Serjimara Tirkiyeyê ji 84 milyon û 680 hezarî derbas bûye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *