Serokê Amerîkayê bi peyamekê Cejna Newrozê pîroz kir

featured
Serokê Amerîkayê Joe Bîden/Malpera White House
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokê Amerîka Joe Bîden bi minasebete Cejna Newrozê peyamek weşand û hemû kesên li Amerîka û seranser cîhanê pîroz kir.

Serokê Amerîkayê Joe Bîden ji bo pîrozkirina Cejna Newrozê peyamek nivîskî weşand. Bîden di peyama xwe ku di Dengê Amerîkayê de hatiye weşandin wiha dibêje: “Cejna Newrozê hezkirîyên xwe li dora sifra Heft-Sîn dicivîne ku li ser sala derbasbûyî bifikire û hêvîya xwe ya jibo sala pêş nû bike. Îsal, Newroz di demeke dijwar de tê ku gelek malbat ji her demê pirtir hewceyî hêvî ne ku di nava wan de jinên Îranê hene ku jibo mafên xwe yên mirovî û azadîyên bingehîn têdikoşin. Amerîka wê li kêleka wan û hemû hemwelatîyên Îranê yên ku bi bawerî û wêrekîya xwe îlhamê didin cîhanê, bisekine. Û bi hevkarên xwe re, emê erka xwe ya berpirsên Îranê ji êrîşên wan ên li dijî gelê xwe bidomînin.”

Serok Biden bi berdewamî got ku bi vê dema de ku ew pêşwazîya Newrozê dikin, wan bi geşbînî sifreya Heft Şîn li Qesira Sipî xemilandîye ku hêvîyên xwe yên jibo sala nû nîşan bidin. Biden di berdewamiyê de wiha destnîşan kiriye:“Û, em her derê tev li Amerîkîyan dibin ku civakên dîyaspora yên cihêregî pîroz dikin ku bi domdarî bingeha netewa me, nifş bi nifş xurt dikin. Jibo her kesê ku vê cejnê pîroz dikin û di sala nû de aramî û serfirazî dixwazin.”

Serok Biden herwiha li Qesira Sipî mêvandarîya pîrozbahîya Newrozê kir ku li gor gotina wî cara yekê ye ku pîrozbahîyeke wiha mezin li wire hat çêkirin.

Hêjayî balkişandinê ye ku di pîrozbahîya Qesira Sipî de nûnera Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) Sînem Mihemed jî amade bû.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Serokê Amerîkayê bi peyamekê Cejna Newrozê pîroz kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *