Serokê CHP’ê  Kiliçdaroglu jibo ‘Helaliyê’ diçe Roboskiyê

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hat ragihandin ku Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglû û hevjîna wî Selvî Kiliçdaroglû dê biçin gundê Roboskê ku li wê derê di encama bomberanê de di sala 2011’an de 34 kesî jiyana xwe ji dest dabû.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû, hevjîna wî Selvî Kiliçdaroglû û çend rêveberên partiyê wê biçin Gundê Roboskiyê yê bi ser Qilebana Şirnexê.

Hat diyarkirin ku Kiliçdaroglu di çarçoveya serdanên “Hevdîtinên Hevhelalkirinê” de dê biçe Roboskê ku di 8’ê Kanûna 2011’an de di encama bombebarana balafirên şer yên Tirkiyeyê de 34 sivîl lê hatibûn qetilkirin.

Ew beriya niha jî di heman çarçoveyê de “Mexdûrên 28’ê Sibatê” re hatibû cem hev.

Hevserokê Giştî, beriya niha jî di axaftineke xwe de behsa qetliyamên Sêwas, Mereş û Roboskê kiribû û wiha axivî bû:  “Ez dixwazim ji Tirkiyeyê re mîrasekî bihêlim. Miletekî li hev hatî dê bibe serkeftina min a herî mezin.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Serokê CHP’ê  Kiliçdaroglu jibo ‘Helaliyê’ diçe Roboskiyê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *