Serokê DEVA’yê Babacan: Divê pirsgirêka Kurd li parlementoyê bê çareserkirin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan, derbarê nîqaşên li ser pirsgirêka Kurd de got, “Em dibêjin divê hemû pirsgirêk li parlementoyê û di zemîna siyaseta rewa ya demokratîk de werin çareser kirin.”

Piştî Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Giştî yê Partiya DEVA Alî Babacan jî got divê pirsa Kurd li parlementoya Tirkiyê were çareser kirin.

Serokê Partiya DEVA Alî Babacan di bernamyeke televizyonî de mijara pirsa Kurd nirxand û got: “Ji roja partiya me hatî avakirin û heta niha, em dibêjin divê hemû pirsgirêk li parlementoyê û di zemîna siyaseta rewa ya demokratîk de werin çareser kirin. Çawa divê gelek pirsgirêk li vir werin çareser kirin, bê goman divê pirsa Kurd jî li parlementoyê were çareserkirin.”

Her wiha Babacan di nirxandinên xwe de dibêje parlementoya Tirkiyê temsîla sedê 95’ê pêkhateyên Tirkiye dike.

Babacan di berdewamiyê de wiha axiviye: “Deshilat tenê temsîla bijardeya beşek ji welatiyên me dike. lê li parlementoyê deshilat heye û opozisyon jî heye. sedî 95î welatiyên me diçin ser sindoqan û deng didin û ev parlemento temsîla wan dike. Di her hilbijartinê de beşdariyek baş ya welatiyan di dengdanê de heye û ev tê wê wateyê ku ev parlemento temsîla vîna piraniya welatiyên Tirkiyê dike. Bo wê yekê gotubêjkirin û çareserkirina pirsgirêkan li parlementoyê bijarteya me ya despêkê ye. Ger hinek dibêjin na navnîşaneke din ya pirsgirêkan çareser bike heye bila bibêje, ji ber em navnîşaneke din nasnakin. Deshilat nikare vê pirsê (pirsa Kurd) çareser bike, ji ber înkar dike. Kesê vê pirsê înkar bike nikare çareser bike. Lê belê emê pirsgirêkê di nava yasayê de çareser bikin.” (Rûdaw)

Hêjayî gotinêye ku, Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî roja 20ê Adarê 2023ê piştî hevdîtina xwe ya li gel hevserokê HDPê li parlementoya Tirkiyê got, divê pirsa Kurd li parlementoyê were çareserkirin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Serokê DEVA’yê Babacan: Divê pirsgirêka Kurd li parlementoyê bê çareserkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *