Sînorê Silêmanî hat bombebarankirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hat ragihandin ku Çiyayê Asos yê li sînorê navçeya Mawetê a bi ser bajarê Silêmaniyê ji aliyê balafirên şer ve hat bombebarankirin. Hate diyarkirin ku di encama bombebaranê de kuştî û birîndar hene.

Li gor agahiyên ji dezgehên çapemeniyê yên li Herema Federal a Kurdistanê hatine wergirtin balafirên şer, Çiyayê Asosê ya li navçeya Mawetê a bi ser Silêmaniyê bombekaran kiriye.

Qaymeqamê Mawetê, Kameran Hesen ku derbarê bûyerê de agahî dan got, “Îro Çiyayê Asos hat bombebarankirin û li gor zanyariyên destpêkê kuştî û birîndar hene ku welatiyên sivîl in.”

Di berdewamiyê de Kameran Hesen dide zanîn, “Kesên di encama bombebaranê de bûne qurbanî, xelkê gundê Qamîşê ne.”

Li gorî agahiyan balafirên şer 3 caran li ser hev heman cih bombebaran kirine (Ji ajansan)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Sînorê Silêmanî hat bombebarankirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *