Trend Nûçe

Fabrîqeyên Wanê nikarin li hemberî krîzê berxwe bidin
Bi Dîmen

Fabrîqeyên Wanê nikarin li hemberî krîzê berxwe bidin

1 ئاب 2022
0

Fabrîqeyên li Herema Pîşesaziya Organîze ya Wanê nikarin li hemberî krîza aborî li berxwe bidin. Girtina van fabrîqeyan li heremê...

Xwedinê berdevam bike
Serokê CHP’ê  Kiliçdaroglu jibo ‘Helaliyê’ diçe Roboskiyê

Serokê CHP’ê  Kiliçdaroglu jibo ‘Helaliyê’ diçe Roboskiyê

3 ئاب 2022
Li Afganistanê ji ber lêhiyê 18 kes mirine

Li Afganistanê ji ber lêhiyê 18 kes mirine

2 ئاب 2022
TUÎK’ê enflasyona Tîrmehê eşkera kir

TUÎK’ê enflasyona Tîrmehê eşkera kir

3 ئاب 2022
Li Rihayê kesek hate kuştin

Li Rihayê kesek hate kuştin

3 ئاب 2022
دوو شه‌ممه‌, ئاب 8, 2022
  • TürkçeTürkçe
  • EnglishEnglish
  • Çûna Nava
  • Reklam û Hevkarî
  • Ewlekarî Tektîk
  • Agahhesînî
Serhat NEWS
  • Destpêk
  • Taybet
  • Aktûel
  • Aborî
  • Dîmen
  • Îklîm
  • Çand û Huner
  • Nivîskar
Encam tune
Hemî encamê nîşan bide
Serhat NEWS
Encam tune
Hemî encamê nîşan bide

Destpêk » Siyasetmedar û nivîskar Geylanî: Divê em di her qadên jiyanê de Kurdî biaxivin

Siyasetmedar û nivîskar Geylanî: Divê em di her qadên jiyanê de Kurdî biaxivin

Şehriban AbiŞehriban Abi
04/06/2022
Di nav de Taybet
A A
0
Siyasetmedar û nivîskar Geylanî: Divê em di her qadên jiyanê de Kurdî biaxivin
Li ser Facebook'ê Parve BikeLi ser Twitter'ê Parve BikeLi ser Whatsapp'ê Parve Bike

Parlamenterê BDP’ê yê Colemêrgê yê Serdema 23’an Parêzer Hamît Geylanî, bang li Kurdan kir ku li malê bi Kurdî biaxivin û got, “Ziman li malê hîn dibe û ev yek ji bo civaka me pêwîstiyeke lezgîn e. Divê em di her kêliya jiyana xwe de bi Kurdî biaxivin.”

Wekîlê berê yê BDP’ê yê Colemêrgê Hamît Geylanî ku di roja îmzeyê de li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê bi xwînerên xwe re hat cem hev, li ser jiyana xwe ya siyasî û serpêhatiya xwe ya nivîskariyê ji Serhat News re hin nirxandin parve kirin.

Geylanî ku heta niha 6 pirtûkên wî hatine çapkirin û 2 pirtûkên wî di qonaxa amadekariyê de ne, diyar kir ku li ser jiyana xwe wî dest bi nivîsandina bîyografiyê kiriye û wiha axivî; “Jiyana min, ne jiyana me, jiyana Kurdan e. Me rojên xweş û nebaş derbas kirin. Em bê têkoşîn nehatin vir, gelê me di pêvajoyeke pir dijwar re derbas bû. Em gelê bindest in. Girtin, binçavkirin, sirgûn, qedexeyên siyasetê. Min ew hemî dîtin,”

‘Me soza ku Kurd bira ne bicih ne anî’

Geylanî, da zanîn ku kêmasiya herî mezin a nivîskarên kurd ew e ku bi zimanê dayikê nanivîsin û diyar kir, “Ziman li malê fêr dibe û ev yek ji bo civaka me pêwîstiyeke lezgîn e. Divê em di her kêliya jiyana xwe de bi kurdî biaxivin. Eger pirsgirêka zimanê me yê zikmakî çareser nebe, yekîtiya Kurdan jî çareser nabe. Min her tim gotiye Ereb û Faris birayên hev in. Kurd û Tirk birayên hev in. Ez niha vê dibêjim, dijminatiya min li tu kesî tune. Lê ji bo biratiyeke azad qanûnek adil lazim e. Mixabin heta niha me nekarî gotina ‘Kurd birayê hevin’ bicih bînin.”

‘Min şahidî li mirina gelek siyasetmedarên Kurd kiriye’

Geylanî destnîşan kir ku ji ber sedemên siyasî gelek caran ketiye girtîgehê û got, “Ez mînaka wan kesên ku rastî van zextan hatine û niha li vir im. Ez kesekî ku 4 caran ketim girtîgehê û derketim, rastî gelek îşkenceyê hatim, li Colemêrgê jî hewl dan min bikujin. Lêbelê, ew bi ser neketin. Min li vî welatî gelek tişt derbas kir. Ez bûm şahidê kuştina rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd yên wekî Necmettîn Buyukkara, Faîk Candan, Apê Mûsa, Mehmet Sîncan, Mehmet Aydin”

Her wiha Geylanî got, “Di nava partiyên Kurd de ti siyasetmedarekî ku rastî zext û girtinan nehatibe nînin” û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ji roja damezrandina xwe heta niha siyaseta Tirkiyê her tim bi tirs û xof tê meşandin. Ji Kurdan, ji hiqûqê, ji demokrasiyê ditirsin. Tişta ku di xewnên xwe de jî jê ditirsin jiyana azad a Kurdan e. Lê tirs ji bo kurdan ne çareserî ye. Em tu carî ji kesî netirsiyane, em ê netirsin jî.”

Serhat News

(lg)

ParvekeTweetŞandin
Nûçeya pêşîyê

Li Wanê hemberî endamên HDP’ê operasyon

Nûçeya din

Li Panosê zarokek xeniqî

Nûçeya din
Li Panosê zarokek xeniqî

Li Panosê zarokek xeniqî

وەڵامێک بنووسە هەڵوەشاندنەوەی وەڵام

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Serhat NEWS

Hemî Mafên Serhat News Veşartîne 2021 ©
Design By: Savaş POLAT

Menu ya Zû

  • Çûna Nava
  • Reklam û Hevkarî
  • Ewlekarî Tektîk
  • Agahhesînî

Parvekirinên Me Yên Ser Medya Civakîız

Encam tune
Hemî encamê nîşan bide
  • TürkçeTürkçe
  • EnglishEnglish
  • Destpêk
  • Taybet
  • Aktûel
  • Aborî
  • Dîmen
  • Îklîm
  • Çand û Huner
  • Nivîskar

Hemî Mafên Serhat News Veşartîne 2021 ©
Design By: Savaş POLAT

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek, çerezlerin kullanılmasına izin vermiş olursunuz. Gizlilik ve Çerez Politikamızı ziyaret edin.