Sozên hatine dayîn bûne xeyal: Mexdûriyeta mulakatê ya karkerên taşeron bi dawî nebû

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Wanê 306 karkerên taşeron yên di Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de dixebitin, di 2018’an de ji aliyê kayyum ve bi hinceta di ‘Mulakatê de serneketine’ ji kar hatin derxistin.

Piştî wê çaxê tevî hemû sozên hatine dayîn hêj jî mexdûriteya van karkerên taşeron bi dawî nebûye. Her dawî, bo cara 4’an mulakat pêk hat û li gor encamên hatine eşkere kirin, tevî biryara dadgehê jî, karkerên navborî dîsa nekarîn vegerin ser karê xwe.

Ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku di destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de bû, di sala 2016’an de kayyûm hate diyarkirin. Di vê demê de ji 706 karkerên teşeron bi hinceta ku ‘Di mulaqatê de serneketine’ ji kar hatin derxistin. Tevî vê biryarê karkeran jî dest avêt têkoşîna hiqûqî û ketin dû heqê xwe. Di encama darizandinê de dadgehê biryar da ku ‘Ev karker neheqî ji kar hatine derxisti’ û biryara ‘Vegerandina ser kar’ da.

4 karkeran jiyana xwe ji dest dan

Di vê pêvajoyê de, karkeran ji bo ku jiyana xwe bidomînin, di karên cur be cur de xebitin. Di dema kar de 4 karkerên ku ji kar hatibûn derxistin di encama qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan.

Sozên hatine dayîn bûne xeyal: Mexdûriyeta mulakatê ya karkerên taşeron bi dawî nebû - mulakat magduru 1

Karker di 3’ê Îlona borî de cardin ketin mulaqatê. Karker vê carê hêvîdar bûn ku vegerin ser kar. Lê piştî ku duh encamên mulaqatê hatin eşkerekirin, hêviyên wan cardin hatin şikandin û nekarîn vegerin ser kar.

Karkerên ku hewl didin têkoşîna xwe bidomînin, bo ku dengê xwe bidin bihistin bi navê Platforma Edelet û Kedê ya Taşeronan a Wanê ava kirin.

Di sala 2011’an de, bi ser Saziya Kar (ÎŞKUR) ve 888 kes li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê rakirin kar. Piştî vê di 17’ê Mijdara 2016’an de ji şaredariyê re kayyum hate diyarkirin. Vê demê Biryarnameya Di Huqmê Qanûnê (KHK) ya têkildarî derbaskirina taşeronan ya qadroyê hate weşandin. Tevî weşandina KHK’ê derbarê karkerên bo kar maf desxistin de, lêpirsîna ewlekariyê hate kirin û navên karkên ji lêpirsîn hatine derbaskirin hatin eşkerekirin.

Piştî ku lîste hate weşandin 702 kes tevli mulaqatê bûn û 440 kesan nekarin ji mulaqatê derbas bibin. Ji van karkeran 134 kesên ku mulaqatê derbas nebûbûn beyî biryara dadgehê dest bi kar kirin. 306 kesên jî serî li darazê dan û dadgehê di Sibata 2019’an de biryar da ku “Di mulaqatê de usulsuzî hatiye kirin û divê karker vegerin ser kar”

Karker 4 caran mulaqat derbas kirin

Piştî ku biryara Dadgeha Xwecihî li Dadgeha Îdareyê ya Erziromê jî hate pesendkirin, karker 4 caran mulaqat derbas kirin. Her ku hemû rêyên darazê bê encam man, vê carê karker li gel Walî û Qayyumê Şaredariya Bajarê Mezin ye Wanê Ozan Balci re rûniştin. Balci, di hevdîtinê de got ku ew ê mulaqatan 4’an di çarçoveya hiqukê de pêk bînin û wisa biryar bidin. Lê karkerên ku bi ser soza Balci cara 4’an tevli mulaqatê bûn, cardin neserkeftî hatin hesibandin û nekarîn vegerin ser karê xwe.

‘Ev encam dide nîşandan ku ew ê zulma qeyyumtiyê berdewam bike’

Yek ji parêzerên van karkerên navborî Hamza Çîftçî bertek nîşanê rewşê da û got, “Ev encam dide nîşandan ku ew ê zulma qeyyumtiyê berdewam bike. Ev tiştek asayî ninek ku zêdetirê 300 karker tev di mulaqatê de sernekevin. Ev birareke siyasî ye. Em vê yekê qebûl nakin.”

Sozên hatine dayîn bûne xeyal: Mexdûriyeta mulakatê ya karkerên taşeron bi dawî nebû - Hamza Ciftci 1
Hamza Çiftçi

Tevî ku karker neserkeftî hatine hesibandin şaredariyê 160 karkerên nû rakirin kar

Piştî ku duh encam hatine eşkerekirin ku 306 karkerên taşeron nekarîne ji mulaqatê derbas bibin, Şîrketa BELVAN ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Wanê 106 karkerên nû rakirin kar.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Sozên hatine dayîn bûne xeyal: Mexdûriyeta mulakatê ya karkerên taşeron bi dawî nebû

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *