Tevî krîzê jî hewl dide kargeha xwe biparêze

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Ji ber krîza aborî li welat her roj diçe xizaniya jinan jî zêde dibe. Jina bi navê Hîba Sarisaç, li Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê piştgiriya KOSGEB’ê ji bo jinan kargehek cilan vekiriye û li vir cilan çêdike. Tevî krîza aborî jî Sarisaç hewl dide kargeha xwe biparêze.

Pişti heyama pandemiyê û her wiha ji ber krîza aborî li gor daneyên Yekitiya Ode û Borsayên Tirkiyê (TOBB) di 6 mehên sala 2022’an de zêdetirê 10 hezar esnafan dikanên xwe girtine. Dîsa li gor daneyên Hezîrana 2021’an jî heta niha 115 hezar dikan hatine girtin. Lêkolîn didin xuyakirin ku di dema pandemiye de, li gor zilaman, jin zêdetirê bêkar mane.

Ev rewş bi heman şiklî li Wanê jî derbasdêre. Jina bi navê Hîba Sarisaç 3 sal beriya niha kerkegeh bi navê ‘Nazênin Yerî’ vekir û niha tevî hevalên xwe yên jin li vê derê dixebite. Sarisaç, bo ku dikana wê li ser piyan bimîne ketiye nava hewldanan û bang dike ku ji bo krîza aborî ya li Tirkiyê çareyek bê dîtin.

Tevî krîzê jî hewl dide kargeha xwe biparêze - Ülkedeki kötü ekonomi yönetiminden kaynakli kadin yoksulluğu her geçen artmaya devam ediyor. 3 1

‘Ezê li berxwe bidim’

Sarisaç derbirî ku wê jî bi neçarî di dema pandemiyê de dikana xwe girtiye û dide zanîn ku bo ku nemîne betal wê dev ji karê dirûna cilan bernedaye. Sarisaç wiha axivî: “Rewşa aborî li holê ye. Lê ez dev jê bernadim. Dema ez biçûk, min bo pêlîstoka xwe kinç çêdikirin. Heta min pitikên pêlîstok jî çêdikirin. Ez her tim dixwazim kincên cuda û rengîntirîn çêbikim. Ez bi serê xwe fêrî hemû tiştî bûm. Tene bo sertîfîqayê ez çûm dibistanê. Li vin ez hînê makîneyê bûm. Piştî wê jî ez di hemû karên xwe de serkeftî bûm.”

Tevî krîzê jî hewl dide kargeha xwe biparêze - Hiba Sarisaç 1
Hiba Sarisaç

Her wiha Sarisaç, diyar kir ku piştî demekê ji xwe re beyî ku agahî bide tu kesî kargehek vekiriye û bi piştgiriya Serokatiya Rêveber a Piştgiriya Kargehên Biçûk û Mezin (KOSGEB) jî bo dikanê makîne standine. Sarisaç, destnîşan kir ku wê xwestiye di dikana xwe de çanda Kurdan bide nîşandan û wiha pêde çû: “Dema min dikan vekirin, tevî hin hevalên jin me dest bi xebatê kir. Min xwest, em bi hevre bixebitin da ku piştgiriyî bidin hev. Lê mixabin bo ku lêçûyînên dikanê pir zêde bûn û min nekarî ez kirêya xwe bidin, ji neçarî du hevalên me dev ji kar berdan.”

Tevî krîzê jî hewl dide kargeha xwe biparêze - Ülkedeki kötü ekonomi yönetiminden kaynakli kadin yoksulluğu her geçen artmaya devam ediyor. 1 1

Sarisaç, gazincên xwe yên ji ber zêdebûna bûhayê qumaşê jî anî ziman û wiha domand: “Li gor sala par, qumaş 4 kat bûha bûye. Ez êdî nikarim bi rehetî qumaş bistînim. Bikirên min hin cilan diecibînin, lê nikarin bistînin. Ez jî nikarin bifiroşim. Ev yek min gelek xemgîn dike. Bila êdî ev pirsgirêka aboriyê bê çareserkirin, ciwan hemû bêkar in. Niha di dikana min de 4 makine hene, 3 hebên wan valane. Ez dixwazim çend kesan rakim kar, lê di nava van mercan de ev gelek zehmet e.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Tevî krîzê jî hewl dide kargeha xwe biparêze

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *