THY’ê tenê 3 balafir dane Wanê

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Wanê, demek dirêje seferên balafiran hatine kêmkirin û buhayê bilêtan jî gelek zêde bûye. Ev yek li bajêr bûbû sedema nerazîbûna û li ser Twîtterê bi etîka #VanUçamiyar (Wan nikare bifire) hejmarek zêde peyam hatibûn parvekirin. Tevî vê rewşê Rêyên Hewayî yên Tirk (THY) heyetek şandibû Wanê û vê heyetê hin lêkolîn pêk anîbûn. Piştî hatine heyetê balkêşe ku bo çareseriyê tenê 3 balafir dane Wanê.

Piştî ku di ala 2019’an de li balafirgeha Wanê xebatên berfirehkirina balafirxaneyê hatin destpê kirin, hejmara seferên balafiran hatin kêmkirin û bi vê sedemê jî buhayê bilêtan jî gelek zêde bû. Ev yek li bajar bûbû sedema gelek pirsgirêkan. Welatiyan jî bo ku vê mijarê têxin rojevê bi ser Twîtterê kampanyaya #VanUçamiyar (Wan nikare bifire) dabûn destpêkirin.

Ligel van geşedanan, bi tevlibûna, Serokê Desteya Rêveber û Destay Îcrakar yê THY’ê Ahmet Bolat, endamên Desteya Rêveber, Waliyê Wanê, Ozan Balci, Parlamenterên Wanê yên AKP’ê Osman Nuri Gulaçar, Abdulahad Arvas, Îrfan Kartal, Serşewirmendê Serokkomar Gulşen Orhan û Serokê TURSAB’ê Cevdet Ozgokçe civînek hate lidarxistin.

Derbarê, civînê de Serokê Herema Anatolyaya Rojhilat ya Yekitiya Acenteyên Geştiyariyê yên Tirkiyê Cevdet Ozgokçe pirsên me bersivandin.

 ‘Beriya Rûsyayê pirsgirêkên welatiyan çareser bikin!’

Ozgokçe destpêkê de destnîşan kir ku di heyama havînê de wana gelek pirsgirêk jiyan kirine û her wiha da zanîn ev pirsgirêk hêj jî berdewam in. Wî di vê derbarê de ev tişt gotin: “Beriya niha ji metropolan bo bajarê me, rojê 7-8 sefer dihatin kirin. Piştî ku ev mijar ket rojeva medya civakî, me bi walî re hevdîtinek pêk anî û hesesiyata vê mijarê ji wî re ragihand. Dû re heyeta hat Wanê. Nêzî saetekî me bi heyetê re civînek pêk anî. Me ji Ahmet Bolat re got, ‘Balafir naçin Ukrayna û Rûsyayê. Wan balafiran bidin bajarê me’ Wî jî wekî bersiv ragihand ku, ev balafirên navborî dane Antalya û Stenbolê. Me jî li ser vê yekê mexdûriyeta welatiyan bi wan re parve kir. Me ji wan re got, ‘Beriya Rûsyayê pirsgirêkên welatiyan çareser bikin!’.”

THY’ê tenê 3 balafir dane Wanê - cevdet ozgokce 750x500 1
Cevdet Ozgokçe

 ‘Piştî civînê 3 balafir dane Wanê’

Ozgokçe, diyar kir ku li Tirkiyê balafirgehên nû hatine vekirin, lê bo van balafirgehan, di destê THY’ê têrê balafir tunene. Ozgokçe, di  vê çarçoveyê de da zanîn ku THY hewl dide, bi balafirên heyî seferan pêk bîne û ev jî bûye sedema pirsgirêkan. Ozgokçe, wiha axivî: “Tevî vê yekê bo Ukrayna û Rûsyayê jî sefer hatin danîn û balafir çûne wê derê. Niha êdî dema vegerê ye. Welatiyên Rûsyayê vedigerin wê Rûsyayê. Lê balafir ji wir vala tên, ji Stenbol û Antalyayê tuje diçin. Ev 3 balafir jî ji ber van mane.

 ‘Welatî dibêjin em li hemberî pirsgirêkê meşekê lidarbixin’

Ozgokçe derbirî ku, di civînê de ji bilî walî tu kesî piştgirî nedeya wan û wiha pêde çû: “Tu kesî piştgirî ne da me. Rêveberên bajêr di civînê de bêdeng man. Ew ê di hilbijartinan de biçin cem welatiyan û deng bixwazin. Wê çewa bixwazin. Wan vê yekê heq nake. Ez tîka dikim, bila rayedar guh bidin, dengê me. Li Wanê, niha 11 balafir hene. Beriya niha 23 balafirbûn. Nifusê Wanê ji sedî 25 zêde bûye. Êdî gel bêzar bûye. Welatî ji me re dibêjin dibêjin em li hemberî pirsgirêkê meşekê lidarbixin. Beyî ku ti pirsgirêkên nexweş bên jiyandin, ez bang dikim ku ev pirsgirêk bi avayekî demildest were çareserkirin.

Rewşa nexweşên giran di xeterê de ye

Midûrê Berpisyar yê Ozgokçe Turîzmê Gokhan Temîzer, da zanîn ku nifûsê Wanê ji 1 milyonê derbas bûye, li gel vê hejmara seferên balafirê jî hatine kêmkirin.

Temîzer wiha axivî: “Nemaze, rewşa nexweşên giran gelek xerabe. Nexweşên ku li nexweşxaneyên Stenbol û Enqereyê re têne sewqkirin gelek pirsgirêkan dijîn. Rewşa hin nexweşan gelek lezgîne. Nexweşên ku lezgînî divê emelyat bibibin, nikarin biçin. Nexweşên penceşêrê hene, nexweşên giran çêdibin û divê biçin Enqerê. Ev pirsgirêk hemû li holê ne û nayên çareserkirin.”

THY’ê tenê 3 balafir dane Wanê - gokhan temizer 750x500 1
Gokhan Temîzer

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
THY’ê tenê 3 balafir dane Wanê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *