Topbarana li hemberî Kobanê berdewam e

featured
KOBANÊ-ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Topbarana Tirkiyê li hember heremên Bakurê Suriyê berdewam in. Di vê çarçoveyê de hate ragihandin ku duh bi avayekî dijwar navenda bajarê Kobanê û navçeyên wê hatine topbarankirin.

Li gor nûçeya Rûdawê, navçeyê bajarên Hesekê; Qamişlo, Kobanî, Girê Spî, Minbic û bajaroka Şêrawa ya bi ser bajarê Efrînê, ji aliyê artêşa Tirk ve, hatin topbarankirin.

Zêdetirê deh gund bûne armanc

Gund û deverên ku li herêma Kobanî bûne armanca êrîşê ev in: Bûban, Şiyûx,Siftek, Aşmê, Beyadiyê, Zorava li rojavayê Kobanî,  li rojhilatê Kobanê jî, gundên Xerabîsan, Qeremox, Koran, Hîho, Elîşar, Mersimêl û taxa Kaniya Kurdan.

Zarokekî jiyana xwe ji dest daye

Dîsa li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê jî, li gundê Zorava yê bi ser bajarê Kobanê zarokekî bi navê Ebid Mihemed Hecî ku di encama bomberanê de duh giranî birîndar bûbû îro jiyana xwe ji dest daye. Her wiha welatiyên bi navê Ebid Xelef, Merwî Hemdo û zarokê 2 salî yê bi navê Xelîl Cîhad Şêxo jî birîndar bûn.

Ciheke din ku bûye armanc jî herema Minbicê ye. Li gor zanyariyan, vê heremê gundên gundên el-Masî û Hoşeriye li bakurê Minbicê hatine bombekirin.

Zirar gihiştiye mal û milkê welatiyan

Li bajaroka Şerewayê ya bi ser herema Efrînê jî, gundên Siwxanke û Qinêtre bûne armanca êrîşan û di encamê de zirarek mezin gihiştiye mal û milkê welatiyên li vê deverê jiyan dikin.

Komên çekdar yên girêdayî Tirkiyê û hezên artêşa Tirk, di heman demê de gundê Rotan li bakurê rojavayê Tirbespiyê topbaran kirin. Li gor çavkaniyên heremî li vir jî zirar û ziyana welatiyan çêbûye.

Tevî van cihan gundên Çetel û Qereman yên rojavayê Dirbêsiyê û gundên Gozeliye, Til Leben, Um El-Xêr, Selmase û Tewîle yên bajaroka Til Temirê ji rastî heman êrîşan hatine.

Her wiha li gor heman nûçeya Rudawê li bajaroka Zirganê zarokê bi navê Temîm Feysel yê 11 salî buye armanca êrîşê û birîndar bûye.

Çavkaniyên fermî: Gereqola sînor bûye armanca hewanan

Di vê naberê de çavkaniyên fermî ragihandin ku li hember Qereqola Sînor a Çiçekalan a navçeya Bîrecîkê li Rihaya êrîşek hewanan pêk hatiye û diyar kirin ku di çarçoveya bersivdayîna van êrîşan de hêzên artêşê ev bomberan dane destpê kirin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Topbarana li hemberî Kobanê berdewam e

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *