TTB: Di Tîrmehê de 231 doktoran daxwazkirine ku biçin derveyî welat

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Yekîtiya Doktorên Tirk (TTB) diyar kir ku li Tirkiyê di Tîrmehê de 231 doktoran daxwaza belgeya çûna derveyî welat kirine.

Li gor daneyên TTB di 7 mehên destpêka sala 2022’yê hejmara doktorên ku daxwaza belgeya çûna derveyê Tirkiyê kirine û dixwazin biçin welatên din gihiştiye hezar 402 kesan. Herwiha tenê di meha Tîrmeha borî de 231 doktoran xwestine ku  biçin welatên din.

Her wiha TTB’ê destnîşan kiriye ku di 10 salên dawî de 5 hezar û 35 doktoran ji ber şert û mercên zehmet ên kar, kêmiya mûçe û tundûtîjiya li beramber wan ji Tirkiyê koç kirine.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di meha Hezîrana îsal de jî 125 doktorên pispor û 104 doktorên giştî ji Tirkiyê koç kiribûn.

Li gor aborînasan bi xirabî rêvebirina aboriya welat û bilindbûna enflasyonê sedema serekî ya koça doktoran e.

 Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
TTB: Di Tîrmehê de 231 doktoran daxwazkirine ku biçin derveyî welat

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *