UNÎCEF: Di nava 17 salan de 120 hezar zarok ji ber şer mirine

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

UNÎCEF’ê ragihandiye ku di navbera salên 2005-2022’an de herî kêm 120 hezar zarok di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane an jî birîndar bûne.

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNÎCEF) beriya Konferansa Navneteweyî ya Parastina Zarokan ya di dema şer de daxuyaniye da. UNÎCEF’ê beriya konferansa ku dê li paytex Oslo ya Norveçê bê lidarxistin, ragihand ku di navbera salên 2005-2022’an de di encama şer û pevçûnan de 315 hezar caran bi awayekî giran mafên zarokan hatine binpêkirin.

UNÎCEF, her wiha diyar dike ku di zêdetirî 30 pevçûnan de li Afrîka, Asya, Rojhilata Navîn û Amerîkaya Latîn, zêdetirî 120 hezar zarok hatine kuştin an birîndarkirin.

Herî kêm 105 hezar zarok ji aliye hêzên çekdar hatine bikaranîn ango kirine leşker.

Zêdetirî 32 hezar 500 zarok hatine revandin û zêdetirî 16 hezar zarok jî rastî tundiya zayendî hatine. (Bianet Kurdî)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
UNÎCEF: Di nava 17 salan de 120 hezar zarok ji ber şer mirine

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *