Vê heftê 6 fîlmên nû li benda sînemahezan in

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Tirkiyê vê hefteyê 2 jê xwemalî 6 fîlmên nû di salonên sînemayan de wê bên nîşandan.

Fîlma yekem a “Laal Singh Chaddha” filmeke ji aliyê Hîndîstanê ve hatiye çêkirin e û Amîr Khan û Kareena Kapoor, Naga Chaitanya Akkineni û Mona Singh wek lîstikvanên sereke cih digirin.

Fîlm ji ber fîlma “Forrest Gump” a Amerîkayê ku Tom Hanks dileyîst hatiye girtin û bi çanda Hindistanê û şêweyekî nû hatiye amadekirin.

“Sitrana di dorê da”

Derhêneriya vê fîlmê ji aliyê Greg Bjorkman ve hatiye kirin û çîroka jineke dike ku hewl dide mêrikekî xilas bike vedibêje. Fîlm bi hevkariya Amerîka û Koreya Başûr hatiye kişandin û di rolên sereke da jî Lewis Pullman, Clara Rugaard û Danny Glover cih digirin.

“Şer û Evîn”

Di vê fîlma ku bi cureya romantîk, pêkenok û dram de hatiye kişandin, Dennis Mojen, Emilia Schule, Svenja Jung, Ken Duken û Anatole Taubman weke listivan cih digirin. Martin Schreier jî derhêneriya fîlmê kiriye.

“Qesra Çîrokê: Mêvanê Nependî”

Li ser koltoxa derhinêriyê ya vê fîlma xwemalî Alî Burak Kuka rûdinê. Ecrîn Su Çoban, Gulse Goçer, Ozan Varol, Dolunay Soysert û Sinan Çatikkaş jî tê de dileyîzin. Fîlm behsa komeke hevalan dike ku  dixwazin bila warê çîrokan bigihêje rojên xwe yên berê.

Du fîlmên tirsê jî wê bên nîşandan

Fîlma bi navê “Mala Tirsê” ye ji aliyê derhêner Matthew Whedon û Andrew Mecham ve hatiye kişandin.

Derhêneriya fîlma cureya tirsê ya xwemalî “Ma-Şer” jî ji aliyê Ugur Kaplan ve hatiye kirin û qala jineke ku teza xwe li ser sêhrê dinivîse, dike.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Vê heftê 6 fîlmên nû li benda sînemahezan in

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *