Vê heftê 9 fîlmên nû dikevin vîzyonê

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Sê xwemalî 9 fîlmên nû vê hefteyê dê di salonên sînemayê de bên nîşandan

Fîlma derhêner Gaston Duprat û Marîano Cohn a bi navê “Pêşbirka Fermî” derdikev pêşberî sînema hezan.

Penelope Cruz, Antonîo Banderas û Oscar Martînez wekî serlîstikvan di fîlmê de cih digirin.

Fîlm behsa çêkerê fîlmê yê ku bi karsazekî ra li hev kiriye dike.

‘Şeva Wehş’

Serlîstikvanên fîlma “Şeva Wehş” Davîd Harbour, John Leguîzamo û Beverly D’Angelo ne.

Derhênerê fîlmê ku cureya wê tirk û komediye, Tommy Wirkola ye.

Di fîlmê da komeke eskerên bipere şeva sersalê dikevin hundirê malekê û her kesî dîl digirin. Lê kesekî dikare baş şer bike jî li malê ye û bûyer diqewimin.”

 ‘Di Rewşeke Lezgîn de Janeyê Bigere’

Serlîstikvanên fîlmê Elizabeth Banks, Sigourney Weaver, Chris Messina, Wunmi Mosaku û Kate Mara ne.

Derhênerê fîlmê Phyllîs Nagy, senarîstên wê Roshan Sethi û Hayley Schore in.

Jineke ku ketiye nav rewşeke xirab dema hewl dide ji wê rewşê xelas bibe jiyana wê diguhere û fîlm behsa vê yekê dike.

‘Decîbel’

Sînemagerê Koreya Başûrî In-ho Hwang di fîlma xwe ya “Decîbel”ê da qala nêçîrvanekî dike ku pê dihese di stadyûmê da bombe hatiye bicîkirin û hewl dide malbata xwe xilas bike.

Di rola sereke ya fîlmê da Rae-won Kim, Lee Jong-Suk û Cha Eun-Woo dileyîzin.

‘Heba Genim’

Di vê fîlma ku Parlementer Serkan Bayram bi jiyana xwe wek çavkanî hatiye hilbijartin da qala ferdekî astengdarê di jiyanê da hewleke çawa nîşan dide, tê kirin.

Stranbêj Kutsî, Yelîz Akkaya û Denîz Arna di fîlmê da dileyîzin.

‘Reqsa bi toriyan ra 6’

Di vê fîlma wek rêze hatiye kişandin da Şevket Çoruh, Îlker Ayrik, Tîmur Acar, Murat Akkoyunlu û Didem Balçin di rolên sereke da dileyîzin û di vê fîlmê da qala bûyerên li dervayê welêt tê kirin û ev ekîp tevlê dibe.

‘Sêhra Necronomîconê’

Di vê fîlma tirsê da ku wek lîstikvan Mehmet Denîz Karakuzu, Belînay Açikbaş û Zohre Alsan dileyîzin da qala pirtûkeke sêhrê ya ku dibe sedema bûyeran tê kirin.

Fîlmên anîmasyonê yên vê heftê

Fîlma bi navê “Yûnisê Sebî” ku Mihemed Kheîrandîsh derhênerî kir û bi şirîkatiya Tirkiye, Îran û Rûsyayê hat kişandin û fîlma din a anîmasyonê ya vê heftê jî “Panda û Cinawirên Şirîn” ku derhênerê Kanadayî Sean Patrick O’Reilly kişand wê têkevin vîzyonê. (AA)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Vê heftê 9 fîlmên nû dikevin vîzyonê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *