Wezareta Dadê daneyên sala 2021’an eşkere kir: 297 hezar kes di girtîgehê de ne

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Wezareta Dadê, daneyên derbarê girtîgehan de yên sala 2021’an eşkere kir. Li gor vê ji sala 2016’an heta sala 2021’an hejmara girtiyên di girtîgehan tên ragirtin ji 200 hezar û 727’an derketiye 297 hezar û 860 kesî.

Li gor daneyên ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Sicîla Fermî û Îstatîstîkan a Wezareta Dadê, hatine eşkerekirin, hejmara girtiyan di sala 2021ê de 297 hezar û 860 bû. Ev hejmar di sala 2016’ê de 200 hezar û 727, di sala 2020’ê de jî 266 hezar û 831 bû. Li gorî van daneyan, hejmara girtiyan di salekê de ji 30 hezarî zêdetir bilind bûye.

Wezareta Dadê daneyên sala 2021’an eşkere kir: 297 hezar kes di girtîgehê de ne - Wezareta Dade daneyen sala 2021an eskere kir 297 hezar kes di girtigehe de ne

Ji girtiyên ku di girtîgehan de ne, ji sedî 87,2 hikûmxwarîne û ji sedî 12,8 jî girtî ne. Her wiha ji sedî 96,1 mêr û ji sedî 3,9 jî jin in.

Li gorî Nûçeya Bîanet Kurdiyê, ji sedî 24,6’ê girtiyan bi tawana diziyê, ji sedî 8,8’ê wan bi tawana binpêkirina parêzendiya xaniyan, ji sedî 7,1’ê wan bi tawana birîndarkirina bizanebûn, ji sedî 6,4  bi tawana çêkirin û bazirganiya hişberan û ji sedî 5,0 jî bi tawana ku ziyan daye mal û milkan hatine girtin.

Di sala 2021ê de hejmara zarokên ku temenê wan di navbera 12 û 17ê de ne û ceza li wan hatiye birîn, bûye 999.

Ji sedî 96ê girtiyan welatiyên Tirkiyeyê ne û ji sedî 4 jî biyanî ne.

Hejmara karmendên girtîgehan jî di sala 2016ê de 48 hezar û 764 bû, lê ev hejmar di sala 2021ê de bûye 66 hezar û 691. Li girtîgehan her ji yek karmendî re 4,1 girtî diketin, lê di sala 2021ê de êdî 4,5 girtî dikevin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Wezareta Dadê daneyên sala 2021’an eşkere kir: 297 hezar kes di girtîgehê de ne

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *