Xwendekarên zanîngehê dixwazin ku pirsgirêkên wan bêne çareserkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Xwendekarên di Zanîngeha Îdirê de dixwînin ji ber ku bûhayê veguhestin, xwarin û wargehan gelek zêdebûye, bang dikin ev pirsgirêkên wan bêne çareserkirin.

Li Tirkiyeyê ev demek dirêje xwendekarên zanîngehê bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Krîza aborî van salên dawî ku li Tirkiyeyê tê jiyan din ev pirsgirêk zêde kirine. Di serî de pirsgirêka wargehê, xwendekar ji ber zêdebûna bûhayê veguhestin û xwarinan jî ketine nava rewşekî xerab. Di heyama perwerdeyê ya 2022-2023’an de li hin bajaran hejmarek xwendekar boneya ku di wargehan de cih peyda nekiribûn li parkan diman. Li ser vê yekê Wezîrê Ciwanan û Sporê Mehmet Muharrem Kasapoglu gotibu ku wan ev pirsgirêk ji sedî 80 çareser kiriye. Lê xwendekarên ku li derva mabûn digotin ev hejmar têrê nake.

Li Tirkiyeyê hejmara xwendekarên ku di heyama 2022-2023’an de zanîngeh qezanç kirine 839 hezar e. Lê muqabilê vê tenê di wargehê KYK’ê de cihê 750 hezar xwendekaran heye. Tevî van xwendekaran hejmara giştî ya xwendekarên zanîngehê li Tirkiyê nêzî 4 milyon e. Tevî vê rewşê derdikeve holê ku pirsgirêka wargehan gelek cidiye.

Mehaniya bursa xwendekarên zanîngehê di sala 2023’an ji 850 lireyî derket hezar û 250 lireyî. Lê xwendekar dibêjin ku ji ber kriza aborî ev bûr têra wan nake.

Xwendekar ji ber krîza aborî nikarin debara xwe pêk bînin

Zanîngeha Îdirê di sala 2018’an de hatiye avakirin. Xwendekarên li vir dixwînin ji ber kêmaniya çalakiyên civakî bigazincin û dibêjin ku ew ji ber krîza aborî nikarin debara xwe pêk bînin. Xwendekara bi navê Betûl Arslan ku ji Hatayê bo xwendinê hatiye Îdirê di beşa Laborant û Baytariyê de dixwîne. Ew dibêje ku bi saya malbata xwe dikare berdewamî dibistanê bike û wiha domand: “Rojê tenê 16 lireyan ez didim heqê rê. Bûhayê heqê rê ji 5 lîreya derxistine 8 lîreyan. Em wekî xwendekaran ji ber heqê rê heqê xwarinê gelek bigazincin. Malbata me nebe em nikarin bixwînin. Pereyê tê destê min têra mehekê nake. Ez 40 lire didim heqê wargehê. Bavê min teqawîte nikare zêde alîkarî bide min. Pêwîst e ev pirsgirêk bên çareserkirin.”

Xwendekarên zanîngehê dixwazin ku pirsgirêkên wan bêne çareserkirin - Betul Arslan
Betul Arslan

‘Li malê ji bilî min çar xwendekarên din hene’

Xwendekara bi navê Hêvîdar Altinkaynak jî di Beşa Pêşveçûna Zarokan de dixwîne û ji Mêrdînê hatiye. Ew heman pirsgirêkan tîne ziman û destnîşan dike ku li Îdirê xwendina zanîngehê pir zehmet e. Hêvîdarê wiha got: “Ji min re bûrs derneket. Li şûna wê kredî derketiye. Lê ji ber ku di qada min de kar tuneye û ez ê nikaribin krediyê bidin, min ew nestand. Li vir xwendin gelek zehmete. Her tişt gelek buhaye. Cihekî ku em lê birûnin dem derbas bikin tuneye. Her çiqas hêviya min tunebe jî, ez dixwazim ev pirsgirêk bêne çareserkirin. Malbata me ji 7 kesan pêk tê. Ji bilî min çar xwendekar din hene di malbatê de. Bavê min pere ji min re dişîne.”

Xwendekarên zanîngehê dixwazin ku pirsgirêkên wan bêne çareserkirin - Hevidar Altinkaymak
Hêvîdar Altinkaynak

Omer Tekîn ê ku ji Osmaniyeyê hatiye di beşa Paramedîk de dixwîne. Ji wî re tevî serlêdan kiriye jî wargeh derneketiye û li gel hevalên xwe di malekî de dimîne.

Xwendekarên zanîngehê dixwazin ku pirsgirêkên wan bêne çareserkirin - Omer Tekin
Omer Tekîn

Tekîn diyar kir ku ji wî re bûrs derketiye û wiha axivî: “Ez bûrsê distînim û bi 2 hevalên xwe re li malê dimînim. Bursa ku em distînin ji bo kirê û lêçûn diçe. Zêdetir mirovên li malê piştgirî didin. Ez li wir dijîm. Mehê derdora 2 hezar û 500 TL mesrefa me heye. Ji bo niha em tenê îdare dikin. Dolmus biha bûn. Ji ber ku ev der cihekî nû ye, cihekî ku hinekî ji çalakiyên xwendekaran bêpar maye. Divê çalakiyên civakî zêdetir bên zêdekirin.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Xwendekarên zanîngehê dixwazin ku pirsgirêkên wan bêne çareserkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *