1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Zarok Tv bû 10 salî:Bi coşa Newrozê pîroz dike!

Zarok Tv bû 10 salî:Bi coşa Newrozê pîroz dike!

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Ev 10 sala ku wekî dibistanekê ji bo zarokan xebatên hêja dike. Heroj zarokan dikin mêvanên xwe. Zarok Tv wiha qala xebatên xwe yên 10 salan kir û wiha domand: “Em wekî dîyarîya Newrozê dest bi weşanê dikin û êdî hemû zarokên cîhanê li çi temaşe dikin, çawa kêfê dikin; di qada me da, zarokên kurd jî dê ji heman derfetan sûdê wergirin.” Deh salên têr û tijî derbas bûn. Niha em kanala zarokan ya kurdan ya pêşî û yekane ne û salvegera xwe ya 10em bi heyecaneka mezin pîroz dikin!”

SERHAT NEWS– Zarok Tv bû kanala zarokên Kurd û cîhanê. Hemû xebatên xwe li ser xebatên zarokan dan weşandin. Li Kurdistan û cîhanê bi riya filmên karton û xebatên cuda zarokên kurd fêrî zimanê dayikê kirin. 10 salên xwe bi xebatên hêja û rind derbas kirin. Zimanê kurdî ji pêlên bişaftinê parastin û bû sedema ku zarokên Kurdan hez zimanê xwe bikin. Bi rê û rêbazên cuda bû mêvanên mal û zarokan. Bi fîlmên karton û bernamên perwerdehî herwiha di malan de rola dibistanê leyîst. Her çiqas rastî astengiyên dewletê hatibin ji , dîsa dest ji karê xwe yê biqedir berneda , weşanên xwe hêj geştirîn û hêjatirîn kirin û wisa domand”Di van 10 salan da, em dilxweş in ku û herweha bawer dikin ku di serî da li welatê me li seranserê cîhanê bi milyonan zarokên kurd ji me hez kir. Em Zarok TV, me di van deh salan da hewl da ku zarokên kurdan di zimanê xwe yê dayikê da xwe bigihînin berhem û naverokên baş, şên û perwerdeker û valahîyeka mezin dagirin. Îro Zarok TV êdî ji kanaleka televîzyonê wêdetir e û em dixwazin ku di qada xwe da pêşengîya jîndarkirina mîrata çand û zimanekî bikin. “

Zarok Tv got ku em bi çalakîyên xwe yên 10 salîyê, bi temaşevanên xwe re dicivin û Lijneya Weşanê ya Zarok TVyê daxûnayiya xwe wiha domand:
Zarok TV di çarçoveya pîrozkirina sala 10. da bernameyek amade kir ku bi nîşandana fîlmên xweş, lîstikên şanoyê û konseran tijî ye.
Her wekî van 10 salan, ji bo ku zarok di zimanê dayikê da xwe bigihîninnavarokên serkeftî, di serdemên nû da jî em dê bi naverokên xwe yên perwerdeker û pêşdabir weşana xwe bidomînin. Dîsa di serdema nû da, em armanc dikin ku pêşketinên teknolojîk ji nêztir bişopînin, di platformên dijîtal da bêhtir cih bigirin û bêhtir bigihîjin bînerên xwe.

Em dizanin ku, Zarok TV ji bo kurdan êdî ne bi tenê kanaleka zarokan e; ew dibistanek e ku zarokên kurdan bi çanda xwe ra danûstandinê bikin, bi xwe ewle bi zimanê xwe yê dayikê ra pêwendîyê deynin û hem kêfê bikin hem fêr bibin. Di bingeha eleqeya mezin ya temaşevan û dêbavan ya deh sale da; naverokên ku em bi hezkirin hildiberînin, produksîyonên ku xeyalsazîya zarokên kurd dewlemend dikin ûpêwendîya me ya xurt ya bi mîrata me ya çandî ra heye.
Em hemû temaşevan û dêbavên xwe, vedixwînin ku bibin parçeyekê vê roja taybet û beşdarî pîrozbayîyên me bibin!

Di gel rêz û silavan,

ÇALAKÎYÊN ME YÊN 10 SALÎYÊ

10Ê ADARA 2025AN DUŞEM
Xêzefîlm: Şînok
Saet: 14:00
Cih: ÇandAmed

11Ê ADARA 2025AN SÊŞEM
Şano: Sê Ezezok
Saet: 14:00
Cih: ÇandAmed / Amed

12Ê ADARA 2025AN ÇARŞEM
Xêzefîlm: Gergerok
Saet: 14:00
Cih: ÇandAmed / Amed

13Ê ADARA 2025AN PÊNCŞEM
Xêzefîlm: Masîreşka Biçûk
Saet: 14:00
Cih: ÇandAmed / Amed

14Ê ADARA 2025AN ÎNÎ
Xêzefîlm: Masha û Hirço
Saet: 14:00
Cih: ÇandAmed / Amed

15Ê ADARA 2025AN ŞEMÎ
Konsera Salvegera Avabûna Zarok TVyê ya 10 (Koroya Zarokan ya Zarok Mayê & Şubadap)
Saet: 14:00
Cih: ÇandAmed / Amed

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Zarok Tv bû 10 salî:Bi coşa Newrozê pîroz dike!
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Deneme Bonusu Veren Siteler Deneme Bonusu Veren Siteler Deneme Bonusu bahis sitelericasino siteleri