Kîloya penîrê bisîrik bûye 65 TL

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Ji ber krîza aborî, hişkesalî, qedexekirina zozanan û bêqîmetbûna TL kîloya penîrê bisîrik ê Wanê bû 65 TL. 

Krîza aborî, hişkesalî, qedexekirina zozanan, bihabûna gubre û kayê bandor li penêrê bisîrik ê Wanê jî kir. Kîloya penêrê bisîrik heya 2 sal berê jî bi 30-40 TL’yî bû, lê ji ber zemên tên kirin û krîza aborî bûye 65 TL. Ji ber vê liv û tevgera li Çarşiya Penîrfiroşan a Wanê jî kêm bûye.  

Esnaf Nikarin Bifiroşin 

Esnaf Serkan Kivanç anî ziman ku 30 sal in penîrfiroşiyê dike, lê belê tu carî wekî niha fiyet ev qasî biha nebûbûn. Kivanç, da zanîn ku penêrê ji zozanên Nordûzê û navçeya Qerqeliyê tên bihatir in. Kivançî destnîşan kir ku niha ji penîrê difiroşin tu tişt bi dest wan nakeve.  

Bandora Zeman

 Esnaf Mehmet Akgun destnîşan kir ku ji ber zemên tên kirin û hişkesaliya îsal berên şîr jî biha bûne û ev yek bandor li fiyetê penîr jî kiriye. Akgun got: “Her diçe mesrefên gundiyan zêdetir dibin. Berê min salê 15 ton penêr difirot, du sal in ez ev qasî nafiroşim. Gava em penîrekî deynin ser dezge divê em di nav mehekê de bifiroşin, yan na dê xera bibe. Niha heqê kirêya me 2 hezar û 500 TL ye. Ez û bavê xwe bi hev re dixebitin, lê zivistanê em heqê kirêya xwe ji berîka xwe didin. Li vir hin kesan dikanên xwe girtine, dest bi karê înşeatê kirine.”  

Berê 15 Ton Niha Tonek 

Seyîthn Guler, ragihand ku 30 sal in esnaftiyê dike, anî ziman ku fiyetê penîr 3 sal in biha dibe û sedema vê ya herî sereke jî hişkesalî ye. Guler got: “Min par nêzî 15 ton penîr stend, lê îsal min tenê tonek stend. Bi vî awayî hem hem jî gundî zehmetiyê dikişînin.” Penîrfiroş Yahya Gîrgîn jî anî ziman ku îsal ji ber hişkesaliyê û kêmbûne heywanan fiyetê penîr biha bûye.

MA

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Kîloya penîrê bisîrik bûye 65 TL

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir