1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Herema Kurdistanê dibin tesîra pêla tozê de ye

Herema Kurdistanê dibin tesîra pêla tozê de ye

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Pêla tozê ku ji aliyê Erebîstanê ve tê li Herema Kurdistana Federal tesîrek neyînî bi ser jiyana rojane dike.

Ji ber pêla tozê li Hewlêrê seferên balafiran bi awayekî demkî hatin rawestandin.

Hate ragihandin ku bona ku pêla tozê mesafeya dîtine gelek kêm kiriye trafîka hewayî hatiye betalkirin û piştî bidawîbûna vê pêla tozê dê sefer careke din dest pê bikin.

Di vê navberê de Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî bang li welatiyan kir ku li malê bimînin.

Saman Berzincî got, “Tika ye eger mecbûrî nebe, dernekevin derve, eger hûn li derve jî bin, maskeyê bi kar bînin.”

Berzincî eşkere kir, toz û xwelî bandor li ser bêhndana mirovan dike, bi taybetî li kesên nexweş.

Li aliyê din, Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê eşkere dike, ji duh ve 222 welatiyên li Hewlêrê bi giliya tengbûna bêhdanê, serdana nexweşxaneyan kirine.

Ji duh 7’ê Nîsana 2022’yan ve pêleke tozê ber bi Hewlêrê ve hatiye û mesafeya dîtinê ji 100 metroyî kêmtir bûye.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Herema Kurdistanê dibin tesîra pêla tozê de ye
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *