Hevserokê Şaxa Egîtîm Sena Wanê Atabay: Bila mafê perwerdehiya Kurdî be nasîn

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Şaxa Egîtîm Sena Wanê bi minasebeta ‘Cejna Zimanê Kurdî’ li Wanî meşek li dar xist. Hevserokê Şaxa Egîtîm Sena Wanê, Murat Atabay, ku piştî meşê axivî xwest ku astengiyên li ber perwerdehiya zimanê zikmakî bên rakirin û got, “Em di roja Cejna Zimanê Kurdî de careke din daxwaza perwerdeya zimanê dayikê dikin.”

Meşa ku li ber Perihanoglu AVM’ye hat lidarxistin, bi beşdariya Parlamenterên HDP’e Muazzez Orhan, Murat Sarisaç, Hevserokê Egitim Sena Wanê Murat Atabay, nûnerên rexistinên civaka sivîl û hejmarek walatiyan bireve çû.

‘Her ziman nasnameya civaka xwe pênase dike’

Hevserokê Şaxa Egîtîm Sena Wanê Murat Atabay piştî meşê daxuyaniyek da çapemeniyê. Atabay di axaftina xwe de bibîr xist ku di 15’ê Gulana 1932’an de bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan, Kovara Hewarê li paytexta Sûriyeyê, Şamê dest bi weşanê kiriye û got, “Zimanê kurdî, di vê werçerxa tarîxî de, bi tîpên latînî hate xwendin û nivîsandin.”

Atabay, destnîşan kir ku her ziman nasnameya civaka xwe pênase dike û wiha pede çû: “Ji ber wê windabûna zimanekî windabûna gelê wî zimanî ye jî. Îro kurdî û zimanên qedîm ên Anatoliya û Mezopotamyayê ji ber kiryarên pişaftinê û pêkanînên xirab ên rayedaran ve li ber xetereya tunebûnê ne. Divê neye jibîrkirin ku parastina zimanekî bi hewldanên takekesî ne mimkun e. Îro şertê ewilî yê parastina zimanekî ew e ku divê ew ziman di qada giştî de bêcûdakarî bi awayekî serbest were bikaranîn û ji aliye hêza giştî ve were piştgirîkirin.”

Hevserokê Şaxa Egîtîm Sena Wanê Atabay: Bila mafê perwerdehiya Kurdî be nasîn - Bila mafê perwerdehiya Kurdî be nasîn

‘Gelê Kurd tevi hemû zordariyan zimanê xwe parastiye’

Atabay di berdewamiyê de balkişand ser rewşa zimanê kurdî û wiha dibeje “Zordestên  Kurdistanê, ji bo bîr, bawerî û hişmendiya netewa Kurd, bifetisînin; xwestine û hîn jî dixwazin zimanê kurdî ji holê rakin. Loma zimanê kurdî qedexe kirine, biçûk xistine û ji ber zimanê kurdî bi sed hezaran Kurd, bi awayên hovane ceza û qetil kirine. Lê gelê Kurd jî li dijî hemû zordarî û komkujiyan, bi berdêl, qehremanî û berxwedaneke gelekî mezin, ziman û çanda xwe bi sedsalan parastine û heta îro anîne.”

‘Bila xala 42’an bê guhertin’

Herwiha Atabay daxwaza guhertina xala 42’emin a Makeqanûnê kir û wiha axivî: “Em di roja Cejna Zimanê Kurdî careke din daxwaza perwerdeya zimanê dayikê dikin. Ji bo ku perwerdeya zimanê dayikê were dayîn, em dubare daxwaz dikin ku xala 42emîn a Makeqanûnê were guhertin. Di wan peymanên navneteweyî yên ku Tirkiyeyê jî îmze kiriye de, mafê perwerdeya zimanê dayikê hatiye misogerkirin. Em careke din vê rastiyê aşkera dikin. “

Hevserokê Şaxa Egîtîm Sena Wanê Atabay: Bila mafê perwerdehiya Kurdî be nasîn - Bila mafê perwerdehiya Kurdî be nasîn1

‘Em Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin’

Herî dawî Atabay ‘Cejna Zimane Kurdi’ piroz kir u wiha dawi li axaftina xwe ani: “Em, di roja Cejna Zimanê Kurdî de, hemû kedkar û xemxwerên zimanê kurdî yên ku gelê kurd û zimanê kurdî ji komkujî, asîmîlasyon, red û înkarê parastine, bi rêzdarî silav dikin, Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin.”

serhatnews

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Hevserokê Şaxa Egîtîm Sena Wanê Atabay: Bila mafê perwerdehiya Kurdî be nasîn

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *