6 fîlmên nû wê di salonên sînemayê de bên nîşandan

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Vê hefteyê 3 xwemalî, wê giştî 6 film têkevin vîzyonê.

Fîlma “Dewata di xeyala min de” ku Jennifer Lopez, Josh Duhamel û Lenny Kravitz di rolên serekede dilîzin, qala çîroka grûbeke korsan ku bi ser dewata bûk û zavayekê de girtine, dike.

Derhinêriya fîlmê ji aliyê Jason Moore ve hatiye kirin û ew cureya komedî û aksiyonê hatiye kişandin. Mark Hammer û Elizabeth Meriwether bi hev re senaryo nivîsîne.

‘Baldar be Kûçik Heye’

Derhineriya vê fîlmê ji aliyê Ece Îşbîlen Dag û Denîz Cem Dag ve hatiye kirin. Fîlm bi cureya komedî hatiye kişandin.

Senaryoya wê Memet Guzelbeyoglu û Caner Yalçin nivîsiye, Balê kûçikê perwerdekirî, Nusret Toplar, Guney Kilinç, Mutlu Guney, Onur Buyuktopçu, Buse Şen, Dilara Ortaguz û Ulku Toplar tê de dileyîzin.

Nusret Toplar wekî rêzefîlma YouTubeyê 13 beş kişandiye. Ev fîlm jî ji ber van rêzefîlman wekî fîlma sînemayê hatiye kişandin.

‘Alî Çevlîk’

Erkan Bektaş, Sefa Zengin û Şevki Altunbuken tê de dileyîzin û Mahmut Baldemir derhêneriya wê kiriye. Li ser şampiyonekî boksê yê berê disekine ku li Bîngolê boksorekî serkeftî perwerde dike.

Cureya wê dram e û senaryoya wê Baran Mayda û Mahmut Baldemir bi hev ra nivîsîne.

‘Gola Lenetî’

Christina Ricci, Santino Barnard û Don Durrell tê da dileyîzin û cureya wê tirsnak û rageşî ye.

Chris Sivertson derhêneriya wê kiriye û tê da jinek ji mêrê xwe yê ku meyla wî ser şîdetê heye, direve û ew û kurê xwe yê 7 salî diçin maleke ber golê û di nava çewlikekê da dijîn. Paşê tiştên nexweş tên serê wan.

‘Daristan’

Mohsen Rabiei senaryoya wê nivîsiye û derhêneriya wê kiriye. Fîlm xwemalî ye û cureya wê tirsnak e. Li ser serpêhatiyên ciwanan disekine ku dertên zozanan û li gencîneyê digerin.

Beyza Nur Onîspîr, Selda Yelîz Nar û Gîzem Çelebî tê da dileyîzin.

‘Keçika Şêrîn û Hevalên Wê li Girava Macerayê ne’

Kiko Mistrorigo û Celia Catundayê derhêneriya fîlmê kiriye û cureya wê anîmasyon e. Keçika 8 salî peyê bîranînên ku ji diya wê hatine dizîn, dikeve. (AA)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
6 fîlmên nû wê di salonên sînemayê de bên nîşandan

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *