Agirê Newrozê li Wane ji aliyê bi dehhezaran kesi ve hate pêxistin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Wanê, pîrozbahiyên Newrozê tevî barîna berfê bi tevlibûna bi dehhezaran kesî bi coşek mezin hate lidarxistin. Jin û mêrên ku kincên gelerî li xwe kiribûn qada Newrozê xemilandin.

Bernameya Newrozê li kêleka Keleha Wanê tevî bi dehhezaran welatîyan, bi tevlibûna Parlamenterên Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Tayîp Temel, Sezayî Temellî, Feleknaz Uca, Muazzez Orhan, Hevserokên Rêxistina HDP’ê yên Wanê Handan Karakoyun û Fîkret Dogan birêve çû.

‘Agirê 92’an hej nevemiriye’

Parlamenterê HDP’ê yê WanêTayîp Temel ku di Newrozê de axaftinek kir, balkişand ser Newroza sala 1992’yan û got, “Ew agir, hej jî nevemiriye. Berxwedana ku Mazlum Dogan bi sê darikên neftikê li Zindana Amedê dabû destpêkirin, îro bi hêza milyonan kesan tê domandin. Bi milyonan kes vê paradîgmaya azadiyê dişopîne. Heta ku em rêber, rêheval û hevalên xwe yên têkoşînê yên di zindanan de azad dikin jî dê li ber xwe bidin.”

‘Dixwazin Kurdan bixapînin’

Temel, di berdewamiyê de derbirî ku li Tirkiyê pirsgirêka herî mezin, pirsgirêka Kurdan e û wiha pêde çû: “Li Tirkiye, ji bilî pirsgirêka kurd, li ser her tiştekî daixvin. Hin kes jî nawêrin xwe bidin gel HDP’ê. Lê bêyî ku şerm bikin, ji we dengan dixwazin. Kurd bi van hewldanan nayên xapandin.”

Agirê Newrozê li Wane ji aliyê bi dehhezaran kesi ve hate pêxistin - Newroz2

‘Emê faşîzmê têk bibin’

Piştî Temel, Hevserokê HDP’ê yê berê û parlamenterê Wanê Sezaî Temellî dora axaftinê wergirt û ev tişt gotin: “Gelê kurd, li dijî zilma li ser vê erdnîgariyê tê kirin li ber xwe didin. Her ku em li ber xwe didin dê ev faşîzm û tarîtiye jî têk biçe. Em ê vê faşîzmê têk bibin û azad bibin. Ev pergal wiha nadome û dê birûxe.”

Girseyê piştî bernameyê dest bi meşê kir

 Bername piştî stranên Koma Lawje bername bi dawî bû û girse ji du milan berbi navenda bajêr ve dest bi meşê kir.

Tîma Nûçeyê/vîdeo: Zelal Sahîdenur Sari, Bariş Aslan, Zafer Avnaş, Dildar Guler, Tuba Yeşîm Karaagar, Hakan Aslan

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Agirê Newrozê li Wane ji aliyê bi dehhezaran kesi ve hate pêxistin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *