1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Amerîka: Em piştgirî nadin hevdîtinên Tirkiye û Sûriyeyê

Amerîka: Em piştgirî nadin hevdîtinên Tirkiye û Sûriyeyê

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Berdevka Wezareta Derve yê Amerîkayê Ned Price, derbarê hewldanên asayîkirna têkiliyên di navbera Tirkiye û Sûriyê de got: “Tişta ku ez dikarim bibêjim; siyaseta me nehatiye guhertin. Em piştgiriyê nadin welatên ku ji bo vegerandina dîktatorê hov Beşar Esed, peywendiyên xwe ligel wî pêş dixin an jî piştevaniya wî dikin.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price di civîna çapemeniyê de xalên di rojevê de nirxandin.

Li gor nûçeya Rûdawê, Ned Price li ser pirsa derbarê hewldanên asayikirina têkiliyên di navbera Tirkiyê û Sûriyê de, wiha gotiye: “Tişta ez dikarim bibêjim siyaseta me neguheriye. Em piştgiriyê nadin welatên ku têkiliyên xwe ji bo vegerandina dîktatorê hov Beşar Esad baştir dikin an jî piştgiriyê didin wî.”

Ji welatên din re jî bang hate kirin

Ned Price di berdewamiyê de jî dibêje: “Em bang li dewletan dikin ku rewşa mafên mirovan ya tirsnak a rêjîma Esed di van 12 salên borî de û berdewamî astengkirina gihandina alîkariyên mirovî ji bo gelê Sûriyê yê ku bi salan êş kişandiye, li ber çavan bigirin.”

Price diyar kir ku Amerîka piştgirî dide biryara heşmar 2254 ya Encûmena Asayişa Neteweyên Yekbûyî û ew dê bi Neteweyê Yekbûyî û hevkarên din re ji bo çareseriya siyasî ya mayînde li Sûriyê kar bikin.

Li ser pirsa gelo di derbarê hevdîtinê de têkiliya wan bi Tirkiyeyê re heye yan na, Price got: “Me ji hemû hevalbend û hevkarên xwe re bi zelalî eşkere kiriye ku ne dema asayîkirina peywendiyan û ne jî dema pêşxistina peywendiyan e.”

Civîna li Moskovayê

Beriya niha Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar, Serokê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyê (MÎT) Hakan Fîdan, Wezîrê Berevaniyê ya Rûsyayê Sergey Şoygu û Wezîrê Berevaniyê ya Sûriyê Elî Mehmûd Ebas û Serokê Îstixbarata Sûriyê Elî Memlûk li paytex Moskova ya  Rûsyayê hevdîtinek pêk anîbûn.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniyê, di civînê de kirîza Sûriyê, pirsgirêka penaberan û xebatên hevbeş ên ji bo şerê li gel hemû rêxistinên li Sûriyê hatine gotûbêjkirin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî gotibû dibe ku duyemîn civîna sêalî di nîvê meha Çile de pêk were.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Amerîka: Em piştgirî nadin hevdîtinên Tirkiye û Sûriyeyê
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *