Amerikayê êrîşên Îranê yên li hemberî Herema Kurdistanê şermezar kir

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Wezaret Amerîka êrîşên artêşa Îranê yên li dijî Herema Kurdistana Federal a Iraqê şermezar kir û ev êriş wekî “Binpêkirina nerewa ya serwerî û yekparçeyîya axa Îraqê” bi nav kir.

Li gor nûçeya Dengê Amerîkayê, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price bi daxuyanîyeke nivîskî êrîşên artêşa Îranê yên ser bingehên partîyên Kurdên Îranê yên li Herêma Kurdistanê ya Îraqê, bi tundî şermezar kir.

Her wiha berdevk Price di daxuyaniya xwe de, gefên Îranê yên ku gotibû wê êrîşên xwe li hemeberî Herema Kurdistanê berdewam bike jî rûreş kir û wiha got: “Em daxuyanîyên hikûmeta Îranê yên ku gefa êrîşên zêde hemberî Îraqê dixwe jî şermezar dikin.”

Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) di 28’ê Îlonê de  de ragihand ku wan bi muşek û dronan êrîş birin ser bingehên partiyên Kurdên Îranê, yên li nav Herêma Kurdistanê ya Îraqê.

Li gor agahiyênn herî dawî di êrîşên artêşa Îranê herî kêm 10 kes hatine kuştin û 32 kes jî birîndar bûne.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Amerikayê êrîşên Îranê yên li hemberî Herema Kurdistanê şermezar kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *