Azerbaycan dê li Şirnex û Sêrtê bîrên petrolê bikole

featured
Rûdaw
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Tirkiye û Azerbaycanê li ser derxistina petrola herêmê peymanek îmze kir. Li gor vê hatiye ragihandin ku Azarbaycan dê li Şirnex û Sêrtê 4 birên petrolê bikole.

Şîrketa petrolê ya Azarbaycanê SOCAR û ya Tirkiyeyê TPAO ji bo kolana 4 bîrên petrolê li bajarên Şirnex û Sêrtê, peyam îmze kirin.

SOKAR’ a Azerbaycanê li Tirkiyeyê 15 salan di mijara enerjiyê de 18 milyar dolar weberhênan (yatırım) kiriye.

Hêjayî gotinê ye ku pêwendiyên siyasî û aborî yên di navbera Tirkiye û Azerbaycanê de her ku diçe bihêztir dibin.

Tirkiyeyê dema şerê Karabaxê de ku di navbera Azerbacan û Ermenistanê de çêbûbû, piştgiriyeke mezin da Azerbaycanê.

Piştî wî şerî sala 2020’an, pêwendiyên her du welatan ên di warê enerjiyê de jî gihiştin asteke bilind.

Hezîrana îsal Azerbaycan bi awayekî fermî beşdarî lêgerîna gaza xwezayî ya ku Tirkiyeyê li Derya Reş daye destpêkirin bû. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Azerbaycan dê li Şirnex û Sêrtê bîrên petrolê bikole

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *