Baroya Qersê di hilbijartinan de wê bo her dibistanekî parêzerekê peywirdar bike

featured
Bajarê Qersê
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Tevî ku ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re demek pir kin maye, nîqaşên derbarê ewlekariya hilbijartinan de jî berdewam dikin. Baroya Qersê jî bo ewlehiya hilbijartinan komîsyonek ava kir. Serokê Baroya Qersê Fettah Çapkurt diyar kir ku di çarçoveya ‘Kampanyaya ji her dibistanekî re parêzerek” de parêzeran peywirdar bikin.

Li Tirkiyeyê di 14’ê Gulanê de hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê dê bên lidarxistin. Partî û tifaqên ku dê tevli hilbijartinan bibin, lîsteyên xwe yên namzetan radestî Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) kirin. Li aliyekê niha bi ser lîsteyan nîqaş tê kirin, aliyê din jî bi ser ewlehiya hilbijartinan.

Di warê ewlehiya hilbijartinan de hin bûyerên ku bûbûn sedem niqaşê, di vî warî de fikaran zêde dikin. Di hilbijartinên Xwecihî yên 30’Adarê de, ceyran qut bû, di referandûma guhertina destûra bingehîn ya 16’ê Nîsana 2017’an de jî ‘Dengên bê mohr’ ji aliyê YSK’ê ve hatibûn qebûl kirin.

Baroya Qersê di hilbijartinan de wê bo her dibistanekî parêzerekê peywirdar bike - kars secim guvenligi 1 750x497 1
Fettah Çapkurt

Baroya Qersê komîsyonek ava kiri

Li gelek devaran partiyên siyasî û saziyên sivîl, di warê ewlehiya hilbijartinan de amedekariyan dikin. Baroya Qersê ku di 1975’an de hatiye avakirin, di dîroka xwe de cara ewil wê bo hilbijartinên 14’ê Gulanê peywirdaran diyar bike. Baro wê ji ba navenda bajêr û navçeya di hilbijartinan de parêzeran peywirdar bike. Her wiha ger were daxwazkirin wê ji peywirdarên hilbijartinê yên partiyên siyasî re jî perwerde bê dayîn.

Serokê Baroya Qersê Fettah Çapkurt, diyar kir ku rola baroyan di hilbijartinan de gelek girîng e û wiha axivî: “Ewlehiya hilbijartinê tê wateya parastina vîna gel. Me ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê wekî Baroya Qersê komîsyonek ava kir. Komîsyana me hefteya borî bi 9 hevalên me re civiya. Piştî civînê du hevalên me li Komîsyana Hilbijartinê ya Yekitiya Baroyên Tirikeyê perwerde dît. Em ji vir bang li hemû parêzerên ku li Baroya Qersê hatine tomarkirin, bang dikin ku peywir werbigirin.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Baroya Qersê di hilbijartinan de wê bo her dibistanekî parêzerekê peywirdar bike

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *