Bernameya MESEM’ê rê li ber zêdebûna hêza erzan ya kar vedike

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hejmara xwendekarên di bernameya MESEM’ê ya Wezareta Perwerdehiye (MEB) de hatine tomarkirin her diçe zêde dibe. Di vê bernameyê de xwendekar ji bo kargehan, wekî hêza erzan ya kar tên bikaranîn. Serokê Şaxa EGÎTÎM SEN’ê yê Wanê Murat Atabay, derbarê mijarê de got ku dewlet bi vê bernameyê torekî hêza karê erzan ava dike.

Midûriyeta Giştî ya Perwerdehiya Pişeyî û Teknîkî ya girêdayî MEB’ê, biryar daye ku li tevahiya welat, di hundirê hejmarek zêde Lîseyên Pişeyî û Teknîkê de ‘Navendên Perwerdehiya Pişeyî’ veke. MEB’ê diyar kiriye, “Bi bernameya perwerdehiya pişeyî, wê diploma û belgeyên qalfetî û hostatiyê werin dayîn. Xwendekarên ku bûne çirax (şagirt), hefteyê rojekî li dibistanê dê perwerdehiya teorîk û hefteyê çar rojan jî li kargehan perwerdehiya pratîk werbigirin.” Sendîqeyên perwerdehiyê têkildarî mijarê de dibêjin ku MESEM bo pêkanîna hêza karê erzan tê bika anîn.

Çiraxên ku di çarçoveya MESEM’ê de dixebitin ji 3 bahran yek bahrê ji ucrate kêmanî (Asgarî ucret) hildigirin û qelfe jî nivê ucreta kêmanî hildigirin. Li gor daneyên di siteya MEB’ê de cih girtine yek milyon û 381 hezar û 441 xwendekar, di Lîseyên Anadolu yên Pişeyî û Teknîkî de, 250 hezar û 932 xwendekar di Navendên Perwerdehiya Pîşeyî de, 72 hezar û 558 xwendekar Lîseya Pişeyî ya Vekirî de û 143 hezar 305 xwendekar jî di Lîseyên Taybet ên Anadulu ya Pişeyî û Teknîkî de dixwînin.

Li Wanê jî di çar bernameyên cihe de giştî 32 hezar 124 xwendekar dixwînin. Her wiha li Tirkiyeyê di 4 hezar lîseyan de ev bername tê meşandin û karsazên xwediyê kargehan jî di bin navê hosteyê pispor de wekî mamoste hatine qebûlkirin.

Serokê Şaxa EGÎTÎM SEN’ê yê Wanê Murat Atabay nêrînên xwe yên derbarê mijarê de bi me re parve kir. Atabay got ku bi van bernameyan xwendekar bûne hêza kar a erzan û wiha axivî: “Ew çar rojan li kargehê dixebitin, rojekî jî diçin dibistanê. Ji van xwendekaran ji sedî 80’yê wan naçin dibistanê. Bona ku ev bername bi ser fermana Serokkomar hatine saz kirin, neçûyîna dibistanê nakin pirsgirêk. Tu kontrol an jî denetîm nayên kirin.”

Atabay, derbirî ku hejmarek zêde malbat zarokên xwe li van bernameyan tomar dikin û wiha axivî: “Malbat bo ku hem bibin xwedî pişe, hem jî pere qezenc bikin, zarokên xwe di lîseyên pişeyî de tomar dikin. Dewlet jî tevî ku ucreta kêmanî ev qas zêde bûye xwendekaran bo kargehan dike hêza erzan a kar. Gelek xwendekar jî tenê li ser kaxezê têne tomarkirin û kargeh naxwazin ew werin kar. Pereyê ku tê dayîn ku ji di navbera xwe û malbatê de parve dike. Kargeh gelek caran jî xebatkarên xwe wekî şagirt tomar dike û bi ser wî de pere digire.”

 ‘Nêrîna dewletê ya perwerdeyê zelal e’

Atabay bi gotina, “Ev bername nêrîna dewletê ya li ser perwerdeyê bi awayekî zelal radixe ber çavan” Atabay, destnîşan kir ku di vir de ya girîng ew e ku ji zarok hinê pişeyê bibin û wiha berdewam dike;

“Em dibêjin perwerdehiya pîşeyî divê li gorî berjewendî, hewcedarî û tercîhên zarokên ji dibistana seretayî dest pê dikin bi rê ve bibe. Pêwîst e li gorî wê modeleke perwerdehiyê bê afirandin. Lê dema ku ev modela perwerdehiyê dide, divê di dibistanê de be. Ne bi şandina van zarokan bo herêmên bê kontrol, îstîsmarker. Cihên ku keçik hildibijêrin jî li vir pir girîng in. Zarok jî di kargehên ku diçin de dikarin rastî îstismarê bên. Divê demê de, tercîhên zarokan ne pir zelal in. Ne diyar e ku zarok bi dilxwazî ​​derdikevin yan jî ji bo vegera aborî bi zora malbatên xwe diçin.”

Atabay her wiha got ku divê bi çend aliyan ve mêze rewşê bê kirin û got ku yek alî malbate û xwendekare, aliyê din kargeh û dibistane. Atabay axaftina xwe wiha domand: “Dibe ku bo hin xwendekaran ev tiştek baş be. Bi rastî jî belkî xwendekar hinê pişeyekî bibe. Bi aliyê dibistanê de jî, gelek dibistan dibêjin ‘Ji xwe ev zaroke naxwînin. Ew nayên dibistanê û her tim pirsgirêkan derdixin holê’. Lê em wisa nêz vê meselê nabin. Divê dibistan bêne kontrolkirin. Gen dê tiştek wisa biken se, pêwîste bo mezûnên ji lîseyê an jî zarokên dev ji dibistanê berdene ev bername bê bikaranîn.

MEB, guh nade giliyên mamosteyan

Atabay bilêv kir ku mamoste jî ji ber vê rewşê gilî dikin û got, “Her mamosteyekî re 20 kargeh hatine diyarkirin ku bêne kontorlkirin. Bo lêçoyînan jî tu piştgirî ji mamosteyan re nayê dayîn. Ji ber vê jî mamoste bigazincin. Mamoste her wiha ji ber gelek pirsgirêkên xwediyê kargehan jî gazindeyan dikin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Bernameya MESEM’ê rê li ber zêdebûna hêza erzan ya kar vedike

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *