Betalî herî zêde li heremê heye

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hat eşkerekirin ku rêjeya herî bilind ya betaliyê li bajarên Mêrdîn, Êlih, Şirnex û Sêrtê derketiye holê.

Saziya îstatistîkê ya Tirkiyê (TUIK) daneyên betaliyê yên sala 2021’an eşkere kir. Saziyê diyar kir ku rêjeya herî bilind a bêkariyê li bajarên Mêrdîn, Êlih, Şirnex û Sêrtê pêk hatiyê.

Li gor daneyan, rêjeya herî bilind a bêkariyê bi rêjeya ji sedî 29.8 li bajarên Mêrdîn, Êlih, Şirnex û Sêrtê bû. Herwiha rêjeya herî kêm a bêkariyê jî bi rêjeya ji sedî 5.8 li bajarên Kastamonu, Çankiri û Sînopê yên herêma Derya Reş bû.

Herwiha rêjeya herî kêm a derfetên kar jî bi rêjeya ji sedî 29.9 li herêma Mêrdîn, Êlih, Şirnex û Sêrtê bû û rêjeya herî bilind a derfetên kar jî li bajarên Tekirdag, Edîrne û Kirklareliyê yên Herêma Trakyayê bû.

Li Tirkiyê ji sedî 45.2 bû û rêjeya herî kêm a beşdariya kar bi rêjeya ji sedî 40.6 li herêma Riha-Amedê bû û rêjeya herî bilind a beşdariya kar jî bi rêjeya ji sedî 57.3 li bajarên Tekirdag, Edirne û Kirklareliyê yên Herêma Trakyayê bû.

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Betalî herî zêde li heremê heye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *