Bûldan: Bila tu kes HDP’ê neke malzemeyek siyasî

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, derbarê nîqaşên bi ser HDP’ê de got, “Bila Îtifaqa Komarî û Îtifaqa Milet bizanibe. Bila tu kes li ser HDP’ê sîyaset neke û HDP’ê jî neke melzemeyekî sîyasî.”

Meclîsa Jinan ya HDP’ê li Enqereyê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratik a Gelan (HDP) li navenda giştî ya partiyê li hev civiya. Di civînê de polîtîkayên derbarê jinan û geşedanên dawî dê bên niqaşkirin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di axaftina vekirinê ya civînê de li ser têkoşîna jinan sekinî û balkişand ser rola jinan. Buldan, destnîşan kir ku dîrok bi destê jinan diguhere û wiha pêde çû: “Jiyan bi me jinan ve dibe cîwan. Rojên dahatû bi têkoşîna me jinan wê azad bibe, wekhevî û dad bi keda jinan serdikeve.”

Li gor nûçeya Dengê Amerîkayê, her wiha Hevserok Bûldan, di axaftina xwe de bi ser girtina Parlamentara HDP’ê Semra Guzel ku çend roj beriya niha hatibû girtin jî sekinî û wiha got, “Ez li vê derê car din dîyar dikim, Semra Guzel vîna gelê me û jinan e. Pêkan nîne ku ti kesek bejna vîna gel bitewîne. Yên ku dixwazin vîna jina bidin tewandin, bila bizanibin ku jin serbilindin.”

Buldan di berdewamiyê de, balkişand ser nîqaş û gengeşiyên têkildarî hilbijartinan û got, “Gava berbi hilbijartinê ve diçin, yên ku di destê wan de jibo civakê tu soz û projeya çareserîyê nîne, amadekarîyên hilbijartinê bi awayekî din dixwazin rêbikin. Li ber vî jî ew van amadekarîyan herî zêde li ser tirs, çewsandin û kaosê dixwazin durist bikin.”

Di vê navberê de, Parlementerê CHP’ê Gursel Tekîn di rojên borî de di televîzyoneke de gotibû Îtifaqa Milet, “Pêkane ku du wezaretan bide HDP’ê”. Li ser vî daxûyanîyê Tekîn, ji alîyê Partîya Baş ve bertêk hatin dayîn. Seroka Giştî ya Partîya Baş Meral Akşener jî gotibû “Cîyê ku HDP tê de be em li wê derê nabin.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Bûldan jî ev gengeşîyên ser HDP’ê bi tûndî rexne kir. Bûldan him desthilatî û him jî muxalefet li vê derê hişyar kir û wiha axivî: “Bila Îtifaqa Komarî û Îtifaqa Milet bizanibe. Bila tu kes li ser HDP’ê sîyaset neke û HDP’ê jî neke melzemeyekî sîyasî. Bila her kes hedê xwe bizanibe. Gava yên ku HDP’ê didin devê xwe bila hezar carî bifikirin.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Bûldan: Bila tu kes HDP’ê neke malzemeyek siyasî

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *