1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Bûldan di kongreya HDP’ya Qersê de axivî: Emê bi namzetê xwe tevli hilbijartinê bibin

Bûldan di kongreya HDP’ya Qersê de axivî: Emê bi namzetê xwe tevli hilbijartinê bibin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hevseroka Giştî ya Partiya Gelan a Demokratik (HDP) Pervîn Bûldan di kongreya partiya xwe ya Qersê de axivî û got ku wê bi namzetê/a xwe bikevin hilbijartinê û da zanîn ku wê di demeke nêz de namzetê partiyê yê serokkomariyê aşkere bikin.

Kongreya Asayî ya 4’emîn a Rêxistina HDP’ê ya Qersê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya Partiyê Pervîn Buldan, di salonekî dawetê de hate lidarxistin.

Hevseroka Giştî Bûldan, di axaftina xwe ya kongreyê de anî ziman ku kongreya wan gelek xurt derbas dibe û wiha got: “Îro li her derê Tirkiyeyê HDP heye. HDP li aliyê din jî bûye tirsa hinekan. Tifaqa AKP’ê û MHP’ê ku hesabên ka ‘em ê çawa HDP’ê asteng bikin û ji siyasetê dûr bixin’ heye. Em dizanin ku derdê AKP’ê û MHP’ê ne pirsgirêkên li welat in. Yekane derdê wan astengkirina HDP’ê ye.”

Mijara blokekirina hesabên HDP’ê

 Di berdewamiya axaftina xwe de Buldan balkişand ser biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ku hesabên HDP’ê bloke kiribû û wiha domand: “Em dizanin ku ev biryar ne hiqûqî ye. Em dizanin ku ev biryar bi fermana qesrê hatiye dayîn. Dikarin hesabên me yên xizîneyê bloqe bikin lê tu hêza wan a vîna gel bloqe bikin nîne. Ev bihiqûqî xebatên hilbijartinê yên AKP’ê û MHP’ê ne. Doza Komployê ya Kobanê, doza girtina HDP’ê, qeyûmên tayînî şaredariyan hatin kirin, betalkirina parlamenterên me, girtina Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî ji vê yekê re mînak in. Em bi desthilateke ku li ser dijminatiya kurdan siyasetê dike re rû bi rû ne. Tifaqa AKP’ê û MHP’ê tifaqa xespê ya siyasî ye û tifaqeke bêhiqûqîtiyê ye.”

Rewşa Abdullah Ocalan

Her wiha di cihek axafina xwe de jî balkişandiye ser rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha gotiye: “Li dijî hişmendiya AKP’ê û MHP’ê ku hevdîtina parêzeran û malbatê ya bi Birêz Ocalan re asteng dike, hewl dide polîtîkaya tecrîdê ya li ser Birêz Ocalan belavî her derê Tirkiyeyê bike, hemû çavkaniyên welat ji şer re vediqetîne divê em mil bidin hev. Dixwazim diyar bikim ku divê ev welat bibe welatekî ku êdî dayik rondikan nebarînin. Ji bo vê jî tişta ku em bikin di hilbijartinên pêşiya me de şandina bloka AKP’ê û MHP’ê ye.”

Nîqaşên hilbijartinê

Derbarê nîqaşên hilbijartinan de jî Buldan wiha axivî: “Em ê weke HDP di demekî nêz de namzetê/a xwe yê/a serokkomariyê ji gelên Tirkiyeyê re parve bikin. HDP dê bi namzetê/a xwe bikeve hilbijartinê. Ne bi Tifaqa Cûmhûr ne jî bi Tifaqa Milet tu hevkariya me nîne. Lê nêzîkatiyên me yên rêgezî hene û dema wext hat em dikarin rûnin û biaxivin, em dikarin danûstandinan bikin, em dikarin di nava diyalogê de bin. Bila tu kes HDP’ê bi partiya A an B ve girênede. HDP li Tirkiyeyê vîneke, hêzeke mezin e û partiyeke siyasî ye ku armanc dike di hilbijartinan de rêjeyeke dengan a mezin bigire.

Piştî axaftinan, di hilbijartinên ku bi yek lîsteyê pêk hatin de Hacer Karataş û Cengîz Anli weke Hevserokên HDP’ê yên Qersê hatin hilbijartin. (MA Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Bûldan di kongreya HDP’ya Qersê de axivî: Emê bi namzetê xwe tevli hilbijartinê bibin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *