1. Haberler
  2. Aktûel
  3. BUPAR: Li heremê Kiliçdaroglu ji Erdogan zêdetir deng werdigire

BUPAR: Li heremê Kiliçdaroglu ji Erdogan zêdetir deng werdigire

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li gor daneyên anketa şîrketa BUPAR’ê li bajarên wekî Amed, Wan, Mêrdîn, Agirî û Mûşê, ji sedî 75,5 hilbijêr deng didin Serokê Giştî yê CHP’ê Kiliçdaroglu û ji sedî 15, 7 jî deng didin Serokkomar û Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan.

Şîrketa BUPAR’ê, di navbera 15 Gulan û 15 Hezîranê de li 5 bajarên ku di hilbijartinên 2018’an de HDP yekem partî bû, derbarê hilbijartina serokkomariyê de bi 2 hezar û 532 kesan re anketek pêkanî.

Kiliçdaroglu li pêşiyê ye

Di anketê de pirsa “Eger di gera duyem a hilbijartina serokkomariyê de Recep Tayyip Erdogan û Kemal Kiliçdaroglu berbijêr bin, hûn ê dengê xwe bidin kîjanî?” hat pirsîn.

Li gor encaman ji sedî 75.5an bersiva Kilicdaroglu dane û ji sedî 15.7’an bersiva Erdogan dane. Ji sedî 8.8’an bersiva “Ti fikreke me nîne” dane.

Herwiha ji sedî 76.6’ê beşdaran diyar kirine, ‘Dê CHP li bajarê me dengên xwe zêde bike û piştre bi rêjeya ji sedî 56.8 DEVA û bi rêjeya Ji sedî 54.6 jî ÎYÎ Partî dê zêde bike.’

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
BUPAR: Li heremê Kiliçdaroglu ji Erdogan zêdetir deng werdigire
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *