Cenazeyê kesên di qezayê de mirine hatin definkirin

featured
WÊNE MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Cenazeyê 6 welatiyên ku li Mêrdînê di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin definkirin.

Li Mêrdînê, minûbusa servîsê ya karmendên walîtî û zanîngehê dibir, li ser rêya navçeyên Midyat û Mehsertê qelibî bû. Di qezayê de 6 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn. Cenazeyên kesên canê xwe ji dest dane piştî kar û barên otopsiyê radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyê Kamûran Onen û Yûsûf Tûnç li Goristana Qibleyê; cenazeyê Rûken Adam, Fatma Kaya û Buşra Keleşê jî li Goristana Kaloyê û cenazeyê Abdullah Macît jî li goristana li gundê Heştirekê hatin definkirin. (MA Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Cenazeyê kesên di qezayê de mirine hatin definkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *