1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Ciwanek Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hate qetilkirin

Ciwanek Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hate qetilkirin

featured
Rûdaw
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li bajarê Banê yê Îranê, ciwaneke Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hate qetilkirin. Welatiyên ku nerazîbûn nîşanê kuştina ciwanê Kurd dane, xala hêzên îranê şewitandin.

Li gorî Saziya Mafê Mirovan a Îranê, ciwanê bi navê Bêhzad Ezîzî yê 19 salî li xaleke kontrolê ya di navbera bajarên Bane û Boyînê de rastî êrîşa hêzên Îranê hat. Ciwanê ku ji serê xwe giranî birîndar bûbû, di nexweşxaneyê de tevî hemû mudaxaleyan jî nehate rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.

Jêderên xwecihî diyar kirin ku duh dema ku Ezîzî dixwest vegere gundê xwe li xala hêzên reşî bê hişyarî raste rast bûye armanca êrîşê.

Heman jêder didin zanîn ku piştre xelk çûne ser binkeya “Kerîmawa” ku ev ciwan li wir hatiye kuştin û binke dane ber agir.

Beriya niha jî, kolberek bi navê Hisên Xendanî çend roj berê li sînorê Hengejal ê Baneyê ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû birîndarkirin.

Li gorî daneyên hatine bidestxistin sala borî 39 kolber hatine kuştin û 195 kolber jî birîndar bûne. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ciwanek Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hate qetilkirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *