Demîrtaş: Paşxistina hilbijartinan darbeya siyasî ye

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, têkildarî nîqaşên li ser paşxistina hilbijartinan de got, “Parlemento tunehesibandin û paşdexistina hilbijartinê, bi awayek vekirî darbeya siyasî ye.”

Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku di Girtîgeha Edîrneyê de tê ragirtin derbarê nîqaşên paşxistina hilbijartinên serokkomarî û giştî de hin daxuyanî dan.

Demîrtaş di peyamên li ser hesaba xwe ya Twîtterê de wiha gotiye: “

“Li gor agahiyên hatine, di demek ku her kes bi vê karesatê re mijûl e, ferman ji grupeke hiqûqnas re hatiye dayîn ku kar li ser paşxistina hilbijartinê bikin. Careke din bi vî awayî dixwazin destûrabingehîn binpê bikin.”

 “Li gor xala 78 a destûra bingehîn, hilbijartin tenê li parlementoyê û di rewşeke şer de dikare were paşdexisitin. Îstîsnaya vê yekê tune ye.

“Parlemento tunehesibandin û paşdexistina hilbijartinê, bi awayek vekirî darbeya siyasî ye.”

 “Tevî ku sûcekî destûra bingehînî ye hilbijartin carekê were bipaşxistin dê rê li ber vê vebibe û êdî kes nikaribe biryara hilbijartinê ji Desteya Bilind ya Hilbijartinê bigire.

“Erdhej karesat e, ji bo derbasbûna diktaturiyê ne kerema Xwedê ye.”

 “Xelk nahêle wiha bibe.”

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Demîrtaş: Paşxistina hilbijartinan darbeya siyasî ye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *