Demîrtaş: ‘Pirsgirêk tuyî Erdogan’

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş bang li Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kir û got: “Ji bo xatirê Xwedê êdî bela xwe ji vî gelî veke Erdogan.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku di Girtîgeha Edîrneyê de tê ragirtin, têkildarî erdheja Mereş e de ji Serokomar Erdogan hin pirs pêşkêş kirin.

Demîrtaş, di peyama xwe ya li ser Twîtterê pirsa “Tu dizanî pirsgirêk çi ye Erdogan?” pirsî û wiha got, “Tu dizanî pirsgirêk çi ye Erdogan? Hemû rayeyên welêt di destê te de ne, em bi qasî dinyayekê alîkariyan kom dikin lê nikarin ji ber te bigihînin xwişk û birayên xwe. Pirsgirêk tu yî Erdogan.”

“Tu dizanî pirsgirêk çi ye Erdogan? Dema tu li kesên ku êşên pir mezin dikişîne dinihêrî, tu di wan de zarokên xwe, dayika xwe, bavê xwe û mirovan nabînî. Tu her yek ji wan tenê weke dengekî, weke tiştekî ji rêzê dibînî. Pirsgirêk tu yî Erdogan.”

“Tu dizanî pirsgirêk çi ye Erdogan? Te hezkirin, girîn, hembêz kirin, dilovanî ji bîr kiriye. Em 85 milyon mirov û tu ji dinyayên cuda ne. Te mirovatî ji bîr kir. Pirsgirêk tu yî Erdogan.”

“Tu dizanî çareserî çi ye Erdogan? Qedexe neke, asteng neke, heqaret neke, gefan nexwe, çêran neke. Ji navberê derkeve. Em bi xwe dê birînên xwe bipêçin. Ji bo xatirê Xwedê êdî bela xwe ji vî gelî veke Erdogan!” (Bîanet Kurdi)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Demîrtaş: ‘Pirsgirêk tuyî Erdogan’

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *