Di aşê avê de tehîn tê çêkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Silopî ya Şirnexê, di aşeke avê de kunciyan dikin tehîn. Ev tehîna ku di aşê avê de tê çêkirin, li heremê deng vedeya ji 20 bajaran re tê firotin.

Di vî aşê ku li ser Çemê Nerduşê ya bi ser Navçeya Silopî ya Şirnexê hatiye avakirin, de kuncî tên hêrandin û wan dikin tehîn.

Di aşê avê de tehîn tê çêkirin - Di ase ave da tehin te cekirin 3
Emîna

Emîna û Salih ku ev sê sale, aş didin xebitandin, debara xwe ji vir derdixin. Ev jin û mêrên hev tevî zarokên xwe vî karî dikin û dibêjin tehîna ew çêdikin xwezayî ye û tehma wê gelek xweş e.

Emîna ya ku tevî zor û zehmetiyan tevî hevserê xwe ji kunciyan tehînê çêdike, qala çêkirina vê tehînê wiha kirderbarê çêkirina tehînê de jî wiha axivî “Destpêkê tovên kuncî têne komkirin, piştre kuncî tên aşê û bi alîkariya bayê ji qalikên wan tên paqijkirin û piştre jibo sorkirinê tê ser dezgeya ku ji axa sor hatîye çêkirin. Li vir, tovên kuncî li ser agir têne sorkirin û rûnkirin. Paşê jî ew wan dikin hundirê aşê û li wir rûnê wan tên derxistin û dibin tehîn.”

Di aşê avê de tehîn tê çêkirin - Di ase ave da tehin te cekirin 1
Salih

Hevserê Emînayê, Salih jî dibêje ku ger derfetên wan hebin ew dixwazin karê xwe mezintirin bikin û da zanîn ku jiber cihê wan gelek biçûk e ew nikarin zêde tehînê çêkin. (Botan Times)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di aşê avê de tehîn tê çêkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *