Di encama qezayê li Êlihê kesek mir

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Êlihê di encama qezaya trafîkê de kesekî jiyana xwe ji dest û 5 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyan vê sibê bi ser rêya di navbera Êlihê û navçeya wê Heskifê de qezaya trafîkê rû da. Di encama xezayê de ku du wesayîtan li hev dane, welatiyekî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Piştî ku tîmên tenduristiyê gihiştin cihê bûyerê, birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr.

Her wiha cenazeyê welatiyê ku navê wî nehatiye hînbûn jî bo kar û barê otopsiyê ji morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê re hate veguhestin.

Hate ragihandin ku derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (MA Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di encama qezayê li Êlihê kesek mir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *