Di nava 15 rojan de buhayê motorînê 5 caran hatiye zêdekirin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Tirkiyê, buhayê motorînê di nava 15 rojan de pênc caran hatiye zêdekirin. Herî dawî ji motorînê re 1 lîre û 1 qûruş zam hat ragihandin.

Jiber zêdebûna buhayê petrolê û daketina lîreyê Tirk li beramberî pereyên biyanî, li Tirkiyeyê buhayê sotemeniyê her diçe bilind dibe.

Li gor agahiyan, nirxê motorînê 1 lîre û 1 qûruş hatiye zêdekirin û lîtreya wê li Stenbolê bi 27 lîre û 42 qûruşan tê firotin. Berî niha jî di meha Cotmehê de 4 caran nirxê motorînê hatibû zêdekirin.

Piştî zêdekirinê buhayê motorînê yê nû wiha ye:

Li Stenbolê  27,42 lîre, li Enqerê 27,54 lîre, li Îzmîr jî 27,56 lîre.

Berî salekê li Stenbolê lîtreyeke benzîn bi 7,76 lîreyî bû. Motorîn jî bi 7,27 lîreyî bû.

Di nava salekê de li Tirkiyeyê buhayê benzînê ji %156 û nirxê motorinî jî %233’ê zêde bûye.

Serhat News

(lg)

Jêder: Rûdaw

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di nava 15 rojan de buhayê motorînê 5 caran hatiye zêdekirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *