1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Di nava du salan de 13 hezar doktoran dest ji kar berdane

Di nava du salan de 13 hezar doktoran dest ji kar berdane

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Parlamenterê CHP’ê daxuyand ku di nava du salên dawî de li Tirkiyeyê 13 hezar û 557 doktoran dest ji kar berdane.

Parlamenterê CHPê Fîkret Şahîn ku tevli bernameyeke televîzyonê bû, eşkere kir ku, ji sala 2020 heta sala 2022’an, li Tirkiyeyê 13 hezar û 557 doktoran dest ji kar berdane.

Şahîn diyar kir, Wezîrê Tendûristiyê daneyên destjikarberdana doktoran daye û li gor vê, her mehê 400 doktor dest ji kar berdidin.

Doktor dixwazin mercên xebatê bên başkirin

Doktorên li Tirkiyê ku ji ber şert û mercên pîşeya xwe bi gazincin, daxwaz dikin k mûçe û şert û mercên xebatê bên başkirin.

Ev xebatkarên tenduristiyê gelek caran ketine grevê, beşek ji wan jî ji bo karkirinê diçin welatên Ewropî.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî li hemberî çûyîna doktoran ya Ewropayê beriya niha gotibû ku “Diçin kû derê bila biçin.” (K24)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di nava du salan de 13 hezar doktoran dest ji kar berdane
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *