1. Haberler
  2. Hemû Nûçe
  3. Di roja jinan de jinek hate qetilkirin

Di roja jinan de jinek hate qetilkirin

featured
Rûdaw
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Êlihê di roja jinan de jinek ji aliyê hevserê xwe ve hate qetilkirin.

Di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de jî tundiya li hemberî jinan bi dawî nebû. Li gor agahiyan li Taxa Tîlmerç a Êlihê jina bi navê Tugba A. ji aliyê hevserê xwe Murat A. yê 36 salî ve hate qetilkirin. Hat hînbûn ku Murat û Tuba li ber hevcudabûnê bûne û ev saleke li cem hev jiyan nedikirin.

Îro 8’ê Adarê li wê taxê rastî hev hatine û di navbera wan de nîqaş çêbûye, piştre Murat A. demançeya xwe derxistiye û gule li hevjîna xwe reşandine. Li gor zanyariyan guleyek jî li xwendekara dibistana navîn a bi navê Belînay ku di wir re derbas dibû ketiye û birîndar bûye.

Li ser agahdarkirinê polîs, tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatine şandin û Tugba ya dayîka zarokekê bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê hatiye veguhestin. Lê tevî hemû hewildanan Tugba li nexweşxanyê jiyana xwe ji dest daye.

Li gor agahiyan Tendirustiya Belînayê baş e. Hatiye ragihandin ku Murat A. ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin û bo Rêveberiya Ewlekariyê hatiye birin. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di roja jinan de jinek hate qetilkirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *