Di Şaredariya Rêya Armûşê de îdîaya ‘Gendeliyê’: 2 kes ji peywirê hatin wergirtin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hate îdîakirin ku di Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê de ji ber ‘Gendeliyê’ yek Midûrê Park û Baxçeyan, 2 karmend ji kar hatine dûrxistin. Hat ragihandin ku li şûna midûrê ji kar hatiye dûrxistin, Midûrê Çapmenî û Têkiliyên Gel A.G., hatiye tayînkirin. Navê A.G., beriya niha bi nîqaşên wergirtina ‘Cot meaşî’ hatibû rojevê,

Bi boneya ku di çêkirina parka li kêleka Kelaha Wanê ya ji aliyê Şeredariya Rêya Armûşê ve tê çêkirin de, nêzî milyonee û 400 hezar lîre gendelî hatiye kirin lêpirsîn hatiye vekirin. Bi temamî bûhayê çêkirina parkê jî 24 Milyon lîre ye. Di çarçoveya lêpirsînê de Midûre Park û Baxçeyan û her wiha endezyarek ji Midûriyeta Piştgirîdayînê bi giştî 2 karmend ji kar hatin dûrxistin. Piştî ku ew ji kar hatin dûrxistin, li şûna wan jî hin kes hatin peywirdarkirin.

Di Şaredariya Rêya Armûşê de îdîaya ‘Gendeliyê’: 2 kes ji peywirê hatin wergirtin - ipekyolu belediyesi yolsuzluk11 1024x576 1

‘Cot meaş’

Qeymeqam û qeyûmê Şaredariya Rêya Armûşê Îhsan Emre Aydin, ji Midûriyeta Park û Baxçeyan re, Midûrê Çapemenî û Têkiliya Gel A.G., bi wekaletê peywirdar kir.

Tevî ku di Şaredariya Rêya Armûşê de hejmarek zêde endezyarên di warê xwe de pispor hene jî, peywirdarkirina A.G., rê li ber nîqaşên nû vekir.

Piştî peywirdarkirinê di malpera şaredariyê de navê A.G., bo du midûriyeta bi hevre hatiye nivîsîn.

Walîtiyê giştîname weşandibû

Di 20’ê Tebaxa 2019’an de ji aliyê Walîyê Wanê yê wê Demê Mehmet Emîn Bîlmez ve ku li dewsa Hevşaredarên HDP’ê Mustafa Avci û Bedia Ozgokçe wekî qeyûm hatibû peywirdarkirin, ji hemû şaredariyan re giştînameyek şandibû.

Di giştînameyê de hatibû xwestin ku personelê bi peymanê kar dike, ji karê Midûriyeta Şaxê bê wergirtin.

Her wiha di giştînameyê de hate gotin, “Personelên ku li gor xala 49’an a qanûna şaredariyan ya hejmar 5393’an bi peymanê kar dikin, divê ji karên midûrtî û hwd. bên wergirtin.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di Şaredariya Rêya Armûşê de îdîaya ‘Gendeliyê’: 2 kes ji peywirê hatin wergirtin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *