Dîroka hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê diyar bû

featured
Parlamentoya Herêma Kurdistanê/ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Herêma Kurdistanê dîroka hilbijartina Parlamentoyê diyar bûye. Li gorî zanyariyan, hilbijartin wê di 25’ê Sibata 2024’an de pêk bê.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehabî diyar kiriye ku, ji bo diyarkirina roja hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê, wan danûstandin bi aliyên pêwendîdar re kirine û biryar hatiye dayîn ku di 25’ê Sibata 2024’an de hilbiijartin pêk bê.

Hilbijartina Parlamentoyê ya Herêma Kurdistanê diviyabû k udi 1’ê Cotmeha 2022’yan da bên kirin. Ji ber ku PDK û YNK’yê di mijara kotayên kêmneteweyan, mijarên qanûna hilbijartinê û aktîfkirina Komîsyona Bilind a Hilbijartinê de li hev nedikirin, hilbijartin ji bo salekê hatibû taloqkirin. Paşê biryar hatibû dayîn ku hilbijartin di 18’ê Mijdara 2023’yan de bê kirin.

Li Herêma Kurdistanê hilbijartinên parlamenteriyê her ji 4 salan carekê divê bên kirin. Herî dawî bo parlamentoyê ku 111 qursî lê hene, di 30’ê Îlona 2018’an de hilbijartin pêk hatibû.

Di vê hilbijartinê de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 45, Yekîtiya Niştiman a Kurdistanê (YNK) 21, Tevgera Goran 12, Tevgera Nifşa Nû 8, Partiya Civaka Edaletê ya Kurdistanê (Komel) 7, Yekgirtu jî di nav da Koalîsyona Ber bi Islahê ve 5, lîsteyên Azadî û Nûjenê jî her yek jê parlamenterek derxistibûn.

Tirkmenên ku girêdayî kotayê ne 5, Xiristiyanan jî 6 parlamanter şandibûn parlamentoya Kurdistanê.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Dîroka hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê diyar bû

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *