‘Divê misilman hedef neyên girtin berpisyar hikûmet e’

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu û Alîkara Serokê Giştî yê PÎA’yê Menîce Gulmez ku destdirêjiyên di nava cimeat û terîqetan de tên jiyandin nirxandin, destnîşan dikin ku ev bûyer nayên qebûlkirin û xefkirina van jî, wê rê li ber encamên girîngtirîn veke.

Serokê Rûmetê yê Weqfa Hîranûr a Cimeata Îsmaîl Aga Yusuf Ziya Gumuşel keça xwe di 6 saliyê de ‘Zewicandibû’ û di 13 saliya wê de jî jê re dehwet çêkiribû. Piştî wêneyên bûyerê hatin weşandin, destdirêjiyên cinsî yên di nava cimaet û tarîqatan de cardin ketin rojevê.

‘Divê misilman hedef neyên girtin berpisyar hikûmet e’ - hiranur vakfi 1

Zaroka bi navê H.K.G hêj di 6 saliya xwe de ji aliyê malbatê ve dişînin mala Kadîr Îsteklî û ew li wê derê rastî destdirêjiya cinsî tê. Pişt re di 13 saliya xwe de ew tê nîşankirin. Dema ew di 14 saliya xwe de diçe doktor û li wê derê ev bûyer derdikeve holê. Tevî ku bûyer derkete holê hate gotin ku ew 17 saliye. Wê demê H.K.G bo girtina testa hestiyan dibin nexweşxaneyê, lê li şûn wê jineke din a 21 salî têxin testê. Di 17 saliya xwe de zarokê wê çêdibe û dema temenê wê dibe 18 jî bi fermî mehra wê tê çêkirin.

H.K.G., pişt re li gel saziyên jiyan peywendiyê datîne, ji malê derdikeve û derbarê malbata xwe de doz vedike.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglu ev bûyer nirxand û got ku xefkirina vê bûyerê wê encamên girîngtirîn derxin holê. Menîce Gulmez jî got ku berpisyar dewlet e.  

‘Divê misilman hedef neyên girtin berpisyar hikûmet e’ - hiranur vakfi ziya gumesl 1

‘Kiryariyên cimeatan zirarê din Îslamiyetê’

Alîkara Serokê Giştî ya Partiya Însan û Azadî (PÎA) Menîce Gulmez derbirî ku tişta hatiye serê H.K.G., ne zewace û got ev tecawiz e. Gulmez di berdewamiyê de wiha axivî: “Zewicanidina zarekekî 6 salî, dibin navê îslamê de tiştekî gelek bi xof e. Hem mudaxaleya jiyana vê keçikê û hem jî mudaxaleya li hemberî Îslamê tiştekî gelek kirêt e. Ev bûyer di nava cimaetan pir tên jiyandin. Ev kiryariyên cimaetan zirarê dide Îslamê.

Derbarê gotina ‘Pêxeber bi keçekî 9 salî re zewiciyê’ de jî Gulmez bilêv kir, tiştên ku wê çaxê ji aliyê pêxeberan ve hatine kirin, nabe li Îslamê were barkirin. Ew dibêje ku dibe ev parçeyekê çanda Ereban ya wê demê be û got ku di roja me de, zeweca bi zarokên 7-8 salî re li ser vê esasê tiştek gelek xelet e.

 ‘Berpisyar dewlet e’

Gulmez , dibêje ku bûyerên wiha ji aliyê dewletê ve têne xefkirin û loma berpisyar jî dewlet e. Gulemez wiha axivî: “Ev bûyer di sala 2020’an de hatiye jiyandin û agahiya Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî jî hebûye. Mixabin li ser bedena vê keçika biçûk, hewl tê dayîn ku ranta siyasî were bidestxistin. Wekî mînak bûyera Weqfa Ensarê jî wiha bû. Ew jî ji aliyê hikûmetê ve hate xefkirin. Ev sûç ê hiqûmetê ye. Lewma divê hikûmet armanc were girtin.”

‘Divê misilman hedef neyên girtin berpisyar hikûmet e’ - istismar tarikat degerlendirme 2 1024x769 1
Alîkara Serokê Giştî ya PÎA Menîce Gulmez

Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglu jî got ku zewaca zaroka 6 salî hem bi aliyê olî ve hem jî bi aliyê mirovîn ve nayê qebûlkirin.

Gergerlîoglu, diyar kir, “Xefkirina malbatê, neçariya zarokê û bêdengiya wezaretê ya du salan xofdariya vê bûyerê zêde dike. Ev zarok xwendin û nivîsandinê, pişt re hîn dibe. Mala xwe diterikîne û niha di mala stargehê de dimîne. Ev hemû jî gelek tiştên xemgînin.  

Derbarê terîqat û cimaetan de jî Gergerlîoglu, amaje wê yekî kir ku di nava van civakan de gelek tiştên xelet li ser navê Îslamê têne jiyandin û got ku ev jî rê li ber bûyerên wiha nebaş vedikin.

‘Îslama rasteqîn Quran û sinet e’

Gergerlîoglu axaftina xwe wiha domand “Ev hijmendiyên ku xelet yên ne li gor Îslamê ez her tim rexne dikim. Îslama rasteqîn divê li gor Quran û sinetê be. Îslamiyeta rasteqîn ew e ku, li dijî zulm û zordariyê derkevin. Her wiha hemû cure pêkutiyên li ser jiyan red dike. Di vê çarçoveyê de têkoşîna li hemberî zordaran pêwîst e.

‘Hz. Pêxember yekî xwedî bawerî bû’

Gergerlîoglu, anî ziman ku piştî pêxember ol kirine wekî kevneşopiyekê û da zanîn ku piştî ol dibe kevneşopî civak vegeriya ye ser edetên heyama cahîliyeyê. Gergerlîoglu di vê derbarê de wiha dibêje: “Ji bo em van meselelayan ji hevdû safî bikin, divê em dîroka Îslamê û tefsîrê baş bizanibin. Lewma divê em baş bizanibûn ku civak çewa berê xwe didin rêyên xelet.”

‘Divê misilman hedef neyên girtin berpisyar hikûmet e’ - istismar tarikat degerlendirme 1 750x375 1
Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu

Gergerlioglu derbarê rîwayetên ku tê gotin pêxember li gel Aîşeyê di temeneke biçûk de zewiciye jî got ku ew ji vê riwayetê bawer nake. “Hz. Pexêmeber di hemû jiyana xwe de bûye kesekî xwedî bawerî û ewle. Hemû civakê ji ew wisa nas dikir. Wê têkoşînek bê hempa meşandinye. Ez bawer nakim ku ew biçe bi jinekî nebalik re bizevice.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
‘Divê misilman hedef neyên girtin berpisyar hikûmet e’

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *