Doza girtina HDP’ê: Serdozger daxuyaniya xwe ya devkî da

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn, ku li Dadgeha Destûra Bingehên derbarê doza girtina HDP’ê de daxuyanî da, îdîa kir, “Partiya bersûc wek boruya leşkerkirina rêxistina terorê tevdigere.”

Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn, li Dadgeha Destûra Bilind derbarê doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de daxuyaniya devkî da. Piştî wê jî Şahîn, ji çapemeniyê re hin nirxandin kirin.

Şahîn, derbarê mijarê de wiha axivî: “Me îdîanameya xwe ya 7’ê Hezîrana 2021’an, nêrîna xwe ya li ser esasê ya 29’ê Mijdara 2021’an û mijarên di daxwaza xwe ya nivîskî ya di 3’ê Çile de ya blokekirinê dubare kirin. Me ragihand ku, bi hemû delîlan jî me nîşan daye partiya bersûc bûye navenda kiryarên li dijî yekparçebûna dewletê. Têkiliya partiya bersûc a bi rêxistina terorê re rastiyek e tê zanîn. Ji aliyê hemû civakê ve ev tê zanîn. 85 milyon hemwelatî dipejirîne ku partiya doz li ser e, ji PKK’ê serbixwe nîne, di bin kontrola wê de ye û organeke/lebatek wê ye.”

‘Me hemû delîl pêşkeş kirine’

Serdozger Şahîn her wiha di berdewamiyê de jî ev tişt gotin, “Heta niha min nedîtiye kesekê bihîstîbe, endamên partiya bersûc ti caran PKK şermezar kiribin. Herwiha serokên partiya bersûc bi dîmen û dengên xwe bi eşkereyî radigihînin ku ew PKK’ê weke rêxistineke terorîst nabînin û wê weke tevgereke gel a çekdarî nas dikin. Jixwe di vê dosyayê de heye, me pêşkêş kiriye. Ev li ser televîzyonê jî hatiye weşandin. We jî nîşan daye. Partiya bersûc wek boruya leşkerkirina rêxistina terorê tevdigere. Delîlê vê yekê ya herî mezin jî ew nobet in ku ji 3 salan zêdetir e malbatên ewladên wan bi darê zorê û yan jî bi xapandin revandine serê çiyê û li pêş avahiya HDP’ê ya Amedê û avahiyên li bajarên din dewam dikin.”

Li ser pirsa “Pêvajo dê heta hilbijartinê biqede an na?” jî Şahîn got: “Ew li ser biryara dadgeha bilind e. Wezîfeya me îro qediya. Me hemû delîlên xwe pêşkêş kirin û dosya pêşkêş kirin. Ji bo me pêvajo temam bûye.”

Pêvajo wê çewa berdema bike?

Hêjayî gotinê ye ku piştî parastina devkî ya rayedarên HDP’ê ya têkildarî astengkirina alîkariya xezîneyê, raportorê ku têkildarî dozê agahî û belgeyan berhev dike, dê rapora xwe ya bingehîn amade bike. Piştî ku rapor li endamên Dadgeha Destûra Bingehîn bê belavkirin dê endam bên cem hev û di roja ku Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn Zuhtu Arslan diyar bike de biryarê bidin. Ji bo biryara girtinê were dayîn, ji 15 endamên Lijneyê Dadgeha Bilind, dengê êrê yê 10 endaman pêwîst e. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Doza girtina HDP’ê: Serdozger daxuyaniya xwe ya devkî da

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *