1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Erdhej! AFAD’ê agahiyên dawî belav kir

Erdhej! AFAD’ê agahiyên dawî belav kir

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez ya Tirkiyê (AFAD) derbarê erdheja ku navenda wê Girgum (Mereş) bû de daxuyaniyeke nû da.

Li navçeya Elbistana Girgumê erheja ku saet 04.17an de bi hêza 7.4 pileyan çêbû wek 7.7 hate sererast kirin. Di erdheja ku navenda wê navçeya Bazarcixê yê de li 10 bajaran bi giştî 1121 kesan jiyana xwe ji dest dan û 7634 kes jî birîndar bûn.

Îro erdhejekê bi hêza 7.7 pileyê Rîxterê bajarên heremê hejand. Navendê erdhejê li navçeya Bazarcixa Girgumê ye, lê li gelek bajar û navçeyên din jî bandora wê hebûye.

Hêza erdheja ku di saet 04:17an de pêk hat ewil wek 7.4 hat ragihandin. Lê belê AFADê di saetên piştre de agahî da û ragihand ku mezinahiya erdhejê 7.7 e.

Li gorî agahiyên li ser malpera AFAD’ê, kûrahiya erdhejê 7 kîlometre ye.

AFADê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku piştî erdhejê 78 erdhejên din çêbûnê.

Li gorî amarên dawî hejmara qurbaniyên li Mereş, Kilîs, Amed, Edene, Osmaniye, Dîlok, Riha, Semsûr, Meletî û Hatayê bi giştî derket 1121 kesan û 7634 kes jî birîndar bûn. (Rudaw)

serhat news

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Erdhej! AFAD’ê agahiyên dawî belav kir
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *