Festîvala Fîlman a Kobaniyê li Almanyeyê dest pê dike

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

4’emin Festîvala Fîlman a Kobaniyê ya Navnetewî roja şemiyê dê bi beşdariya bihezaran fîlman li bajarê Bochumê ya Almanyayê dest pê bike.

Rêveberê 4’emîn Festîvala Fîlman a Kobaniyê ya Navnetewî Cengo Şerîf ku tevli beranameya televîzyoneke Herêma Kurdistanê bû, derbarê festîvalê de hin agah dan.

Cengo Şerîf da zanîn ku ji gelek dewletan fîlm dê bên nîşandan û wiha got: “Me îsal festîval kir navneteweyî, ji her aliyên cîhanê fîlm ji me re hatin. Ji 121 dewletan 2 hezar û 165 fîlm ji me re hatin. Ji wan 48 fîlm hatin hilbijartin û ketine komîteya dadweriyê. Komîteya dadweriyê jî 8 xelat da fîlman.”

Şerîf her wiha derbirî ku di mihrîcanê de wê xelata ‘Milet’ jî bê dayîn û wiha pêde çû: “Xelateke taybet bi fîlma herî baş a Kurdî dê hebe. Ji bo ku em morala kesên ku sînemaya Kurdî têkildar in bilind bikin me xelata milet jî diyar kiriye ku dê beşdar bi xwe fîlmekê hilbijêrin û wê xelatê bidin.”

Festîvala Fîlman a Kobaniyê ya Navnetewî dê bi konsereke Hunermend Miço Kendeş dest pê bike.

Miço Kendeş hunermendekî dengxweş ê ji Kobaniyê ye û li Swîsreyê dimîne.

Roja yekem a festîvalê dê ji saet 14:00’an heta 20:00’an berdewam be.

Roja duyem 10 mehê jî dê xelatên 4’emîn Festîvala Fîlman a Kobaniyê ya Navnetewî werin dayîn.

Juriya vê carê ya festivalê ji çêker û derhênerên navnetewî pêk tê ku hinek ji wan li Hollywoodê dixebitin. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Festîvala Fîlman a Kobaniyê li Almanyeyê dest pê dike

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *