Gelê Şengalê çû serdana gorên komî

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Ji bo kesên di dema êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Şengalê de hatibûn qetilkirin, duh li Şengalê merasîmeke bîranînê li ser gorên komî pêk hatiye.

Endamên sazî û rêxistinên civaka êzidî duh êvarê li Şengalê çûn serdana gorên komî yên li Herdanê û qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn. Di serdanê de daxuyanî hate dayîn û bang li raya giştî hate kirin ku ji bo parastina mafên civaka êzidî xwedî helwest bin.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyê (MA) sazî û rêxistinên civaka êzidî beşdarî merasîmê bûne û li ser navê wan, Endama Tevgera Jinên Azad ên Êzidî (TAJÊ) Kinê Xidir axiviye.

Xidir, di destpêka axaftina xwe de hemû qurbaniyên fermanê bi bîr anî û wiha got: “Ev bûn neh sal ku bi sedan xelkê me bi destê DAIŞ’ê û hevkariya mala Barzanî hate qetilkirin. Dixwestin civaka êzidî biqelînin û ji Şengalê derkevin. Civaka me li ber xweda û nehêla ew xeyalên dijmin biçin serî. Îro ji me re rojek reş û zehmete, em bang li hemû gelê xwe dikin vê rojê ji bîr nekin, li şehîdên xwe xwedî derkevin. Hebûna me ya îro yan li ser vê xakê, bi saya keda şehîdan e. Her bosteke vê axê bi ked û xwîna şehîdan sor bûye. Em soz didin em ê dest ji doza wan şehîdan bernedin ku canê xwe li ser vê rêyê dan.”

Bi domdarî Xidir anî ziman ku komkujî li pêş çavên hemû cîhanê hate kirin û wiha bi dawî kir: “Lê kesek li me xwedî derneket û parastina me nekir. Şermeke mezine ku heya nniha jî ev ferman wekî jenosîd nehatiya naskirin û tenê gotineke li ser kaxezê ma ye. Em bang li hemû mirovahiyê dikin li hemberî civaka êzidî bibin xwedî berpirsiyar.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Gelê Şengalê çû serdana gorên komî

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *