Gelê Wanê ber bi qada Newrozê ve diherike

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Wanê, Newroz bi diruşmeya “Dem Dema Serkeftinê ye” li Parka Ataturk a li kêleka Keleha Wanê dest dest pê kir. Niştecihên Wanê di bin barîna berfê de ber bi qada Newrozê ve diherikin.

Piştî ku amedekarî qediyan di bin barîna berfê de pîrozbahiyên Newrozê saet di 10.00’an de dest pê kir. Jinên ku bi kiras-fîstanan û zilamên bi şel-şepikan tevli Newrozê dibin, dîmenên rengîn derxistin holê.

Gelê Wanê ber bi qada Newrozê ve diherike - newroz van 1140x855 1

Bi hezaran welatiyên ku bi tilîlî û diruşmeyan berê xwe dane qadê, piştî lêgerîna polîsan derbasî nava qadê bûn. Girse, li qade beramberî dahol û zirneyê govend digerîne.

Gelê Wanê ber bi qada Newrozê ve diherike - Newroz van1 1140x855 1

Dema ku welatiyan li qadê cihê xwe wergirt, pîrozbahiyê piştî rêzgirtinê dest pê kir. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca, Sezaî Temellî, Tayîp Temel, Muazzez Orhan, Rêveberê navenda partiyê Mahfuz Guleryuz, Serokê Giştî yê Partîya Mirov û Azadiyê Mehmet Kamaç di bernameyê de wê axaftinan bikin.

Gelê Wanê ber bi qada Newrozê ve diherike - nnn 1140x855 1

Her wiha Koma Lawje, Ayfer Duzdaş, Koma Pel û Elenoure Fournîau jî wê bi stranên xwe tevli bernameyê bibin.

Tîma Nûçeyê/vîdeo: Zelal Sahîdenur Sari, Bariş Aslan, Zafer Avnaş, Dildar Guler, Tuba Yeşîm Karaagar, Hakan Aslan

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Gelê Wanê ber bi qada Newrozê ve diherike

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *