Gengeşiya li Kosovayê berdewam dike: NATO hêzeke nû dişîne herêmê

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Ev çend rojin li Kosovayê di navbera Sirpên Kozovayî û polîsande genşgeşî berdewam e. NATO yê jî daxuyandiye ku ji bo Hêza Aştiyê (KFOR) ya li Kosovaya ew ê leşkerên teqwiye bişîn in.

Fermandariya Hêzên Hevpeyman a Hevbeş a li Napoliyê ya NATO’yê derbarê bûyerên li Kosovayê de daxuyaniyek weşandiye. Di daxuyaniyê de tê gotin ku di dema bûyeran de 30 leşkerên KFOR’ê birîndar bûne, loma biryara wek NATO’yê biryar hatiye dayîn ku hêzeke leşkerî ya nû ji herêmê re bê şandin.

Di vê çarçoveyê da ji bo Balkanên Rojava, Hêzên Îhtiyatê yên Operasyonel ku amade ne û di nava 7 rojan da bi cih dibin, ketin dewrê.

Hêzên îhtiyatê qasî alayekî mezin e û li Îtalyayê ne. Di rewşên krîzê dê yan jî heke tehdîd zêde bibin, bi fermana Fermandarê Hêza Hevbeş a NATO’yê dikevin dewrê.

Digel vê, tabûreke ku ji leşkerên pirnetewt pêk tê jî heke pêdivî pê hebe seba piştgiriya KFOR’ê wê di nava 7 rojan de amadehiyên xwe bike.

Fermandarê Hêzên Hevpeyman a Hevbeş a li Napoliyê Amîral Stuard Munsch der barê mijarê de daxuyanî da û ragihand, wekî detbîra îhtiyatî bo bicihanîna ewlehiya KFOR’ê biryar hat dayîn ku ji Kosovayê re zêdetir leşker werin şandin.

Munsch got, “Divê hemî alî dev ji çalakiyên ku tewşê li aşitiya hemî herêmên Kosovayê bidin, berdin.”

Hat destnîşankirin ku NATO, Fermandariya Hevpeyman a Hevbeş a li Napoliyê rewşê ji nêzîk ve dişopîne, dê ligel KFOR’ê ji bo pêkanîna hêzê û qabiliyeta pêwîst, kordînasyon bê domandin.

Hêjayî gotinê ye ku di hilbijartinên xwecihî yên 23’yê Nîsanê de li bajarokên Zveçan, Zubîn Potok û Leposavîça ku li bakurê Kosovayê dimînin, Şaredarên Arnavut bi serketin. Piştî ku vana dest bi peywirê kirin, di 26’ê Gulanê Sirpên Kosovayê dest bi çalakiyên protestoyê kirin.

Di navbera Sirbên Kosovayî û polîsên ku ji bo parastina şaredarên Arnavut hatibûn şandin pevçûn derketibû. Ji ber vê yekê di 29’ê Gulanê de leşkerên KFORê yên ku avahiya şaredariyê diparastin û Sirbên Kosovayî hatin dijberî hev û 30 eskerên KFOR’ê birîndar bûbûn. (AA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Gengeşiya li Kosovayê berdewam dike: NATO hêzeke nû dişîne herêmê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *