Girava Gronlandê amedekariyên serxwebûnê dike

featured
Girava Gronlandê/ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Parlamentoya girava herî mezin a cîhanê Gronlandê (Greenland) bo ragihandina serxwebûnê dest bi amedekariyan kiriye. .

Pêşnûmaya destûra bingehîn a serxwebûnê hate rojeva Parlamentoya Gronlandê. Belgeya pêşnûmayê ji aliyê destûra bingehîn ve hate amadekirin.

Pêşnûmaya ev çar sal in bi baldarî tê amadekirin, ji 49 paragrafên ku bi zimanê Inuitî (Greenlandî) hatiye nivîsandin pêk tê.

Yek ji xala di belgeyê de cî digire têkiliya azad a Gronlandê ya bi Danîmarkayê re ye.

Li gorî vê, Gronland wê bi Danîmarkayê re xwedî peymaneke azad be ku di çarçoveya vê de, wê statuya xwe bi serbestî diyar bike.

Ev xal, ji aliyê pisporên mijarê wekî gaveke ber bi serxwebûnê ve tê qebûlkirin.

Tevî ku naveroka pêşnûmayê bi giştî bi perspektîfa serxwebûnê hatiye nivîsandin, mijarên wekî dayina pasaportan û rêvebiriya edaletê cî nagirin.

Ji bilî vê, di belgeya destûra bingejîn de nayê diyarkirin ka serokê siyasî yê Gronlandê wê wekî berê qral/qralîçeya Danîmarkayê be an na.

Nûnerên siyasî yên Gronlandê di wê baweriyê de ne, piştî qebûlkirina destûra bingehîn a nû wê di nava 10 salan de hukumeta giravê bi Danîmarkayê re dest bi muzakereyên serxwebûnê bike.

Referandûma serxwebûnê

Gronland ku demeke dirêj koloniya Danîmarkayê bû, di 1979’an de mafê otonomiyê bi dest xist.

Girav bi Qanûna Xwerêvebirinê ya 2009’an naveroka xweseriya xwe berfirehtir kir.

Niha ji bilî karûbarên derve, parastina leşkerî û rêvebiriya edaletê û erkên mayî di destên hukumeta Gronlandê de ne.

Yek ji mafekî girîng ê giravê bi serbestî diyarkirina statuya xwe ya polîtîk e.

Eger miletê Gronlandê bixwaze, bi riya referandûmê dikare serxwebûna xwe ragihîn e.

Lê beriya referandûmê, divê hukumetên Danîmarka û Gronlandê li hev bikin.

Gronland welatekî li Arktîkê ye û 2 hezar û 500 km dûrî Danîmarkayê ye.

Girav di navbera parzemîna Amerîka û Ewrûpayê de xwedî ciyekî jeostratejîk e.

Herwiha, Gronland ji aliyê çavkaniyên binerdî ve dewlemend e û ev jî bala hêzên mezin ên cîhanê dikişîne. (ÎnfoWelat)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Girava Gronlandê amedekariyên serxwebûnê dike

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *